شبكة لالش الاعلامية

Mesrûr Barzanî ligel wezîrê çandiniya Iraqê civiya

Mesrûr Barzanî ligel wezîrê çandiniya Iraqê civiya

BasNews– Îro roja yekşemê 30.05.2021ê Serokwezîr Mesrûr Barzanî pêşwaziya Wezîrê Çandinî û Çavkaniyên Avê yê Iraqê Mihemed Kerîm Xefacî kir.

Di hevdîtinê de gotûbêj derbarê geşepêdana hemahengiya di navbera Wezareta Çandinî û Çavaniyên Avê ya Herêma Kurdistanê û Wezareta Çandinî û Çavkaniyên Avê ya Iraqê bi taybet derbarê vekirina bazarên Herêma Kurdistanê û naverast û başûrê Iraqê ji bo berhemên çandiniyê hatin kirin.

Herwiha babeta wergirtina mîqdarê genime cotkarên Herêma Kurdistanê ji aliye hikûmeta federal a Iraqê û salane tê duyarkirin û çend babetên din ê li ser çandiniyê di navbera Iraq û Herêma Kurdistanê jî babetên hevdîtinê bûn.

تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî

___

Pêşmergeyê ku ji aliyê PKKê ve hatibû girtin hat azadkirin

Lalish Duhok

Sibe Komîteya Referandumê li Hewlêrê dicive

Lalish Duhok

Bingehê Laliş cejna (Qewltas) li Kakeîyan pîroz dike.

Lalish Duhok