شبكة لالش الاعلامية

Sibe Komîteya Referandumê li Hewlêrê dicive

Sibe Komîteya Referandumê li Hewlêrê dicive

Rûdaw

Serokê Dîwana Serokatiya Herêma Kurdistanê ragihand,  sibe komîteya bilind a referandumê dicive û dê di vê civînê de, sê mijar werin gotûbêjkirin.

Fuad Hisên di daxuyaniyeke li gel Rûdawê de, beşek ji acendaya civîna komîteya bilind a referanduma Başûrê Kurdistanê eşkere kir û ragihand civînê dê sê mijaran li xwe bigire.

Bi gotina Fuas Hisên, yekemîn mijara civîna sibê ew e, ku Komîteya Bilind a Hilbijartin û Referandumê li Herêma Kurdistanê dê raporta xwe li ser encamdana referandumê pêşkêş bike.

Hisên tekez kir, weke mijara duyem dê di civînê de heykeliyeta Komîteya Bilind a Referandumê were gotûbêjkirin, ku pirojeya wê hatiye amadekirin û di mijara sêyem de jî dê gotûbêj li ser helwest û karvedanên navdewletî yên li hember encamdana referandumê li Herêma Kurdistanê were kirin.

Derbarê beşdariya şanda YNK di civîna sibe yekşembiyê de jî, Serokê Dîwana Serokatiya Herêma Kurdistanê got, Kosret Resul weke Cîgirê Serokê Herêma Kurdistanê beşdar dibe, lê her yek ji Berpirsê Desteya Kargêrî ya Polîtboruya YNKê Mela Bextiyar û Endeçamê Polîtboruya YNKê Sedî Ehmed Pîre weke nûnerên wê partiyê di civîna sibê de beşdar dibin.

Komîteya Bilind a Referandumê ji aliyê Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî vet ê serpireştîkirin. Erkê wê komîteyê, serpireştîkirina amadekirina zemîneya ji bo sazdana referandumê ye, ku biryar e roja 25ê Îlona îsal li Herêma Kurdistanê were encamdan.

تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî

___

Li Herêma Kurdistanê 3 hezar û 350 kes bi coronayê ketin

Lalish Duhok

Şêx Şamo: PKK bûye dostê erebên ku di jenosîda Şingalê de alîkariya DAIŞê kiribûn!

Lalish Duhok

bi lez … bi lez : Salnameya laliş 2016 hat waşandin

Lalish Duhok