شبكة لالش الاعلامية

Serokê Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî: Em ê di cejnê de sedan serî ajal bikin qurbanî

Serokê Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî: Em ê di cejnê de sedan serî ajal bikin qurbanî

Îro roja çarşemê 14.07.2021ê li Hewlêrê Serokê Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî Mûsa Ehmed, ragihand wê di vê cejna qurbanê de sedan serî ajal bikin qurbanî û bi ser malbatên hejar û şêniyên kampên penaberan dabeş bikin. 

Serokê Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî Mûsa Ehmed di konferanseke rojnemevaniyê de aşkere kir ji sala 2009an ve Îmarat alîkariyê pêşkêşî penaberên li Herêma Kurdistanê dike û karîgeriya wê alîkariyê li ser projeyên xêrxwazîyê.’’

Herwiha Mûsa Ehmed dibêje Îmaratê heta niha, 52 milyon dolar weke hevkarî pêşkêşî zarokên yetîm kiriye û çend kamp durist kirine û berdewame li ser alîkariya penaberan. 

Di berdewamiyê jî de Mûsa Ehmed amaje bi wê yekê kir wê di Cejna Qurbanê de 6 hezar malbatên hejar li Kurdistanê sûdmend bibin bi mîqdarê 139 hezar dolar li wê projeyê tê xerckirin û ev yek jî bi alîkariya parêzgeja Hewlêrê û kerta tendirustiyê tê encamdan. 

Konsolê Giştî yê Îmaratê Dr. Ehmed Îbrahîm Elzahirî jî di konferansa rojnemevaniyê de aşkere kir welatê wî amadeye ji bo her alîkariyekê pêşkêşî wan penaberên li Herêma Kurdistanê bike û ew ê berdewam bin ligel Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî alîkariyê pêşkêşî bike.

تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî

___

Firokeyên şer ên Tirkiyê çiyayê Şingalê kirin armanc

Lalish Duhok

Îro li Şarya bo dwemîn roj 100 zarokên sêwî u afretên dîtir alîkarî wergirtin.

Lalish Duhok

Li Parlamentoya Tirkiyê strana Dar Hêjîrokê

Lalish Duhok