February 08, 2025

Lalish Media Network

صحيفة إلكترونية يومية تصدر باشراف الهيئة العليا لمركز لالش الثقافي والاجتماعي في دهوك - كوردستان العراق

Çîn 100 hezar derziyên Koronayê ji bo Herêma Kurdistanê dabîn dike

Çîn 100 hezar derziyên Koronayê ji bo Herêma Kurdistanê dabîn dike

Hewlêr (K24) – Konsulê Giştî yê Çînê yê li Hewlêrê ragihand; welatê wî 100 hezar derziyên Sinopharm ji bo Herêma Kurdistanê dabîn dike. Herwiha diyar kir ku bi rêya danîna 90 stûnên ronîkirinê ku bi tîrêjên rojê dixebite, cadeyeke Hewlêrê ronî bikin.

Konsulê Komara Çînê roja pêncşemê 29ê Tîrmeha 20121ê serdana Parêzgarê Hewlêrê kir û di civînê de ligel Parêzgarê Hewlêrê Omêd Xoşnaw ragihand; Komara Millî ya Çînê piştevanî û alîkariya Herêma Kurdistanê dike û dixwaze bi taybetî xizmeta xelk û bajarê Hewlêrê bike.

Di vê çarçoveyê de, Konsulê Komara Çînê diyar kir: “Bi mebesta bihêzkirina dostaniya dîrokî ya navbera gelê Çîn û gelê Kurdistanê, em dixwazin xizmetek pêşkêşî bajarê Hewlêrê bikin, em îro hatin da ku ragihînin; bi rêya danîna 90 stûnên ronîkirinê ku bi tîrêjên rojê dixebite û ji cûreyên herî pêşketî ne, cadeyeke Hewlêrê ronî bikin, herwiha em radigihînin ku em di demeke nêz de 100 hezar vaksîna Sinopharm a Çînî pêşkêşî Herêma Kurdistanê dikin.”

Li ser vê mijarê, Parêzgarê Hewlêrê Omêd Xoşnaw diyar kir ku  ew bi navê Hikûmeta Herêmê û parêzgeha Hewlêrê û xelkê bajêr, spasiya vê alîkariyê dike.

تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî

Related posts

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

Copyright © 2021 by Lalish Media Network .   Developed by Ayman qaidi