شبكة لالش الاعلامية

Serok Barzanî pîrozbahî li Patriyarkê Dêra Rojhilat a Aşûrî kir

Serok Barzanî pîrozbahî li Patriyarkê Dêra Rojhilat a Aşûrî kir

Hewlêr (K24) – Serok Mesûd Barzanî bi boneya destnîşankirina Patriyarkê nû yê Dêra Rojhilat a Aşûrî li cîhanê, pîozbahî li Patriyark Mar Awa yê Sêyem kir û hêviya serkeftinê jê re xwest.

Peyama pîrobahiyê ya Serok Barzanî wiha ye:

Bi navê Xwedayê mezin û dilovan

Bi helkefta destnîşankirina Patriyarkê nû yê Dêra Rojhilat a Aşûrî li cîhanê, pîrozbahiyê li Qedasetê Patriyark Mar Awa yê Sêyem dikim û ji bo wî hêviya serkeftinê dixwazim.

Hêvîdar im destbikarbûna Qedasetê Patriyark Mar Awa yê Sêyem bibe sedema pêşxistin û kûrtirbûna kultura pêkvejiyana di navbera pêkhatan û aştî û aramiya navçeya me û cîhanê.

Her li vir da tekez li wê yekê dikim ku Kurdistan wek tabloya xweşik a pêkvejiyan û azadiya olî û bîr û ramanê dimîne û hîç hêzek nikarê wê aştî û xweşikî û pêkvejiyanê têk bide.

Mesûd Barzanî

13.09.2021

تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî

___

Li komelgeha Şarya harîkarî liser 15 qutabxanan hatine belavkirin

Lalish Duhok

Ukrayna 200,000 leşkeran ji bo êrîşan amade dike

Lalish Duhok

Grubekî çekdar hewl dide peywira rêveberiya nahyeya Başîkê bixe dest xwe

Lalish Duhok