شبكة لالش الاعلامية

Nêçîrvan Barzanî li gel Wezîra Derve ya Brîtanyayê civiya

Nêçîrvan Barzanî li gel Wezîra Derve ya Brîtanyayê civiya  

BasNews– Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ku bi serdaneke fermî li Londonê ye, li gel Wezîra Derve ya Brîtanyayê Liz Truss civiya.

Serokê Herêma Kurdistanê li hejmara xwe ya Twitterê derbarê civîna li gel Wezîra Derve ya Brîtanyayê peyamek belav kir û got, “Min bi helkefta destbikarbûna wê wek Wezîra Derve ya Brîtanyayê pîrozbahî li Liz Truss kir.”

Nêçîrvan Barzanî tekez kir ku wan di civînê de gotûbêj li ser çawaniya pêşxistina “peywendiyên me yên bihêz kir” û got, “Min li gel Liz Truss gotûbêj li ser piştevaniya Brîtanyayê bo Herêma Kurdistanê kir.”

Herwiha Serokê Herêma Kurdistanê tekez kir ,”Min ligel Liz Truss gotûbêj li ser aramiya navçeyê û pirsên rojevê yên din kir.”

Liz Truss ku berî niha Wezîra Bazirganî ya Navdewletî ya Brîtanya bû, roja çarşemê di çarçova guhertinên di kabîneya hikûmetê de, ji aliyê Serokwezîrê Brîtanyayê Boris Johnson ve wek Wezîra Derve hat destnîşankirin.

تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî

___

Ji Pêşkêşvanîyê bo karsazîyê – Keça kurd kargeha dirûtina Cilûbergên leşkerî damezrand

Lalish Duhok

Konê Reş: Zimanê me êdî nema dimre

Lalish Duhok

Serok Barzanî: Bexda hevbeşiya rasteqîn li gel kurdan nikare qebul bike!

Lalish Duhok