شبكة لالش الاعلامية

Nêçîrvan Barzanî ji aliyê Serokê Bengladeşê ve hat vexwandin

Nêçîrvan Barzanî ji aliyê Serokê Bengladeşê ve hat vexwandin

Hewlêr (Rûdaw) – Balyozê nû yê Bangladeşê yê li Iraqê Mihemed Fezil Elbarî îro li Hewlêrê ragihand, Serokê Bengladeşê bi fermî Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî vexwendiye wî welatî û nameya vexwendinê radestî Nêçîrvan Barzanî kir.

Serokê Herêma Kurdistanê, Nêçîrvan Barzanî îro li Hewlêrê pêşwazî li Balyozê nû yê Bangladeşê yê li Iraqê Mihemed Fezil Elbarî û şandeya pê re kir.

Serokatiya Herêma Kurdistanê di daxuyaniyeke nivîskî de ragihand, Di hevdîtinê de “Serok Nêçîrvan pîrozbahiya destbikarbûnê li Balyozê Bengaleşê kir û hêviya serkeftinê di erkê nû de jê re xwest û piştevaniya Herêma Kurdistanê ji bo serxistina erk û karên wî nîşan da.”

Li gor daxuyaniyê, Serokê Herêma Kurdistanê tekezî li ser pêşvebirina pêwendiyên Iraq û Herêma Kurdistanê li gel Bengladeşê di warên cuda cuda de kir û bal kişand li ser çalakbûna destê karê Bengladeşî li Herêma Kurdistanê.

Di daxuyaniyê de tê gotin, “Balyozê Bangladeşê silav û rêz û vexwandina serokê welatê xwe ya ji bo serdana Bengladeşê pêşkêşî Serok Nêçîrvan Barzanî kir û spasiya xelk û Hikûmeta Herêma Kurdistanê kir ji bo pêşwazî û hevkariya wan ya li gel destê karê Bengladeşî.”

Balyozê Bangladeşê, Mihemed Fezil Elbarî di beşek din a hevdîtinê de, tekezî li ser pêşvebirina pêwendiyên welatê xwe li gel Iraq û Herêma Kurdistanê di hemû waran de, bi taybetî jî di warê bazirganiyê de kir.

Di hevdîtinê de, Serokê Herêma Kurdistanê, Nêçîrvan Barzanî û Balyozê Bengladeşê yê li Iraqê, hilbijartinên Iraqê, rewşa koçberan li Herêma Kurdistanê û Bengladeş, pêwîstiya vekirina nivîsîngeh an Konsulxaneya Bengladeşê li Hewlêrê, gotûbêj kirin.

تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî

___

Bi sedan endamên YNKê beşdarî PDKê bûn

Lalish Duhok

REWŞA DAWÎ – DAIŞ ji firokxaneyê derxistin!

Lalish Duhok

Heval Ebubekir weku parêzgarê nû yê Silêmanîyê hat hilbijartin

Lalish Duhok