شبكة لالش الاعلامية

Mesrûr Barzanî: Me rêjeya gendeliyê bi awayekî berçav kêm kiriye

Mesrûr Barzanî: Me rêjeya gendeliyê bi awayekî berçav kêm kiriye

BasNews– Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro roja çarşmeê 27ê Cotmeha 2021ê, beşdarî dawî panela Dîdara Enstîtuya Rojhilata Navîn bo Lêkolînan (MERI) bû.

 Serokwezîr Mesrûr Barzanî dibêje: ‘’Me rêjeya gendeliyê bi awayekî berçav kêm kiriye û em bi hûrgilî çavdêriya vê mijarê dikin.’’

 Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî ragihand: “Em di çaksaziyê de serkeftî bûn û me karî ligel hemû astengiyên ku di dema du salên desthilata kabîneya nehem de derketine holê, rewşa Herêma Kurdistanê ber bo baştir bibin.”

Serokwezîr Mesrûr Barzanî di dîdara MERI de axivî, ku li bajarê Hewlêrê birêve çû û li ser hewldanên kabîneya nehem a hikûmetê ji bo rûbirûbûna gendeliyê di dema du salan de diyar kir: “Dema me erkê vê kabîneyê girt stûyê xwe, me ragihand ku em ê çaksaziyê bikin. Dema min ofîsa xwe jî wergirt, em rûbirûyî çendîn astengiyan bûn, ji wan; belavbûna vîrusa Koronayê, daketina buhayê petrolê, paşketina sektora bazirganî û karsaziyê, tevî, hebûna çendîn kêşeyên ewlehiyê li navçeyê, tevî van hemû kêşeyan, me hewldanên xwe yên ji bo çaksaziyê berdewam kir, her çiqas karekî hêsan nebû.”

Mesrûr Barzanî destnîşan kir: “Me karî di çaksaziyan de serkeftî bin û ne tenê wê qonaxê derbas bikin, me karî rewşa Herêma Kurdistanê jî baştir bikin.”

Herwiha eşkere kir: “Dema me erkê birêvebirina hikûmetê wergirt, bi milyonan dolar deyn li ser me hebûn, Covid-19 serî hilda, qeyranên aborî yên xirab derketin holê, ji van wêdetir jî qutkirina budceya Herêma Kurdistanê ji aliyê Hikûmeta Iraqa Federal ve, berê jî kêşeyên weke şerê DAIŞê û hatina du milyon aware û penaber bo Herêma Kurdistanê, neşandina budceya Herêmê, ev kêşe hemû bi awayekî neçareserkirî ji kabîneya nehem re man, ev jî bargiraniyeke mezin bû û erkekî dijwar danî ser milê me.”

Serokwezîr Mesrûr Barzanî herwiha ragihand: “Tenê di sala 2020an de mûçeyên 6 mehan ên karmendên Herêma Kurdistanê nehatin şandin.”

تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî

___

Ji ber PKKê û erebên Şingalê sedî 95ê jinên Şingalê navegerin bajarê xwe

Lalish Duhok

Elyas Nemo : Cejina Xidr Elyas û hindek ji rêûrismên wê

Lalish Duhok

Şingaliyan êrişa Tirkiyê li ser Rojava şermezar kirin

Lalish Duhok