شبكة لالش الاعلامية

Mesrûr Barzanî: Hikûmeta Kurdistanê bo dabînkirina zemîneka baş ku jin tê de parastî bin û pêş bikevin, dixebite

Mesrûr Barzanî: Hikûmeta Kurdistanê bo dabînkirina zemîneka baş ku jin tê de parastî bin û pêş bikevin, dixebite

Îro, 25 Mijdarê roja cîhanî ya nehîştina tundiyê li dijî jinan e.

Serokwezîr Mesrûr Barzanî bi vê helkeftê peyamek belav kir. Peyama wî wiha ye:

Di roja cîhanî ya nehîştina tundiyê li dijî jinan û destpêkirina kempêna 16 roje ya nehîştina tundiyê li dijî jinan, em pabendbûna hikûmeta Kurdistanê bi berdewamiya piştevanîkirina mafên jinan û nehîştine her cure cudahiya regezî û nehîştina tundiyê bi taybet tundiya li dijî jinan dupat dikin.

Hikûmeta Kurdistanê bo dabînkirina zemîneka baş ku jin tê de parastî bin û pêş bikevin, dixebite. Hikûmeta Kurdistanê pabend e bi parastin û berevanîkirin li mafên jinan û bihêzkirina pêgeha wan li nav hikûmet û civakê û pêşxistina çanda rêgirtina li pîvanên mafên mirov û wekhevî û dadperweriya civakî û nehîştina tundiyê û hemû cudakariyek li ser bingeha regez. Ji ber wê jî ez daxwaz ji hemû aliyên pêwendîdar bi taybet dezgehên perwerdehiyê yên hikûmet û derveyî hikûmetê, saziyên civaka sivîl, saziyên ayînî û dezgehên medyayî dikim ku alîkar û hevkarê hikûmetê bin û rola xwe ya girîng di pêşxistina çanda lêborîn û hişyariya civakî û nehîştina tundiyê û diyardekyên kirtê yên civakî bilîzin ji ber ku rûbirûbûn û nehîştina tundiyê, erka hemû civakê ye û divê em hemû bo nehîştina vê diyardeya xirab kar bikin.

Ez hêvîdar im Herêma Kurdistanê bi alîkariya her kesî bibe mînakeka geş ya parastina mafên mirov bi taybet nehîştina her cure tundiyê bi taybet tundiya li dijî jinan û ser esasê regez.

Mesûr Barzanî

Serokê hikûmeta Kurdistanê

تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî

___

Mehma Xelîl: Çarçoveya Hemahengiyê li ber rêkeftina asayîkirina rewşa Şingalê rêgir e BasNews – Endamê Parlamentoya Iraqê Mehma Xelîl ragihand, Çarçoveya Hemahengiyê li ber cîbicîkirina birgeyên rêkeftina siyasî yên asayîkirina rewşa Şingalê rêgir e. Mehma Xelîl di daxuyaniyeke rojnamevaniyê de got: “Ji ber tunebûna îradeyeke bihêz ji aliyê Hevpeymaniya Çarçoveya Hemahengiyê ve, nekarîne rêkeftina Şingalê were cîbicîkirin.” Xelîl diyar kir: “Kabîneya Mihemed Şiya Sûdanî heta niha rêkarên pratîkî ji bo cîbicîkirina rêkeftina asayîkirina rewşa Şingalê pêk neanîne, li Şingalê grub û milîsên ser bi Heşda Şeibî li wir in û piştevaniya PKKê dikin, ew grub ser bi baskê siyasî yê Çarçoveya Hemahengiyê ne û li ber asayîkirina rewşa Şingalê rêgir in.” Mehma Xelîl destnîşan kir: “Şingal li derveyî desthilata hikûmeta Iraqê ye û hêzeke biçûk a Iraqî li wir e, bajêr ji aliyê rêxistinên biyanî yên wek PKK û ew grubên ku ji aliyê Heşda Şeibî ve tê piştevanîkirin, tê birêvebirin.” Rêkeftina asayîkirina Şingalê di Cotmeha 2020an de di navbera Hikûmeta Iraqê û Hikûmeta Herêma Kurdistanê de li Bexdayê hat îmzekirin, ku van şeş xalên sereke li xwe digre: 1- Hilbijartina qaymeqamê nû. 2- Hikûmeta Federal pirsa ewlehiyê îdare dike. 3- Erkdarkirina 2500 kesan ji xelkê Şingalê û awareyên wê û dirustkirina hêzeke nû. 4- Li Şingalê bidawîanîna PKKê û hemû wan grubên ku pêwendiya wan pê re heye. 5- Ti kesekî ser bi PKKê nabe di wê hêza nû de were erkdarkirin. 6- Hewlêr û Bexda hevahengiyê ji bo avakirina Şingalê û îdarekirina wê bikin.

Lalish Duhok

Serokê Desteya Bilinda Bingehê Laliş: Pîştevanya hemû destpêşxer u êkrêzya Êzidyan dikin

Lalish Duhok

Pirojekî nûjenkirina xanyan dê li Komelgeha Şarya Hête encamdan

Lalish Duhok