شبكة لالش الاعلامية

Serokwezîrê Iraqê: Ev êriş ji terorîstên DAIŞê re namîne

Serokwezîrê Iraqê: Ev êriş ji terorîstên DAIŞê re namîne

Hewlêr (Rûdaw) – Mistefa Kazimî, derbarê êrîşa DAIŞê ya li Mexmûrê peyamek belav kir got “Hêzên Pêşmerge di nav sîstema berevaniya Iraqê de ne. Ev êrîşa nerewa bêyî tolstandineke dadwerane ji terorîstên DAIŞê re namîne”

Serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî, derbarê êrîşa DAIŞê ya li Mexmûrê peyamek belav kir.

Mistefa Kazimî di peyama xwe de dibêje “Divê rêzên xwe yek bixin û li hember terorîstên DAIŞê bêxem nebin. Me bi girîngiyeke mezin çavdêriya êrîşa terorîstên DAIŞê bo ser gundê Xidir Cîce yê nêzîk Çiyayê Qereçûxê kir. Ev êrîşa nerewa bêyî tolstandineke dadwerane ji terorîstên DAIŞê re namîne.”

Mistefa Kazimî ragihand ku hêzên Pêşmerge di nav sîstema berevaniya Iraqê de ne û got “Hêzên Pêşmerge mil bi milê birayên xwe yên li hêzên çekdarên din ên Iraqê kar dikin bo dabînkirina asayîşa bajar û navçeyên cuda.”

Heriwha Kazimî tekez kir û got “Terorîst, piştî gurzeke mezin li wan ket, bi şêwazên cuda hewl didin karên nerewa bikin.”

Di êrişa şeva borî (02.12.2021) ya DAIŞê ya ser bi gundê Xidir Cîce yê ser bi Qereçûx ve li Mexmûrê, 10 Pêşmerge û 3 welatiyên sivîl şehîd bûn.

تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî

___

Barzanî: Ne hevgirtin û ne cûdabûn bi zorê çênabe

Lalish Duhok

Cenazeyê ciwanekî Kurd ê Êzidî ji Yunanistanê hat vegerandin

Lalish Duhok

Bingehê‌ Laliş 500 kerstên cejnê‌ biser xêzanên kêm deramet belavkirin

Lalish Duhok