شبكة لالش الاعلامية

Ermeniyên Duhokê ji bo mexdûrên lehiya Hewlêrê alîkariyê kom dikin

Ermeniyên Duhokê ji bo mexdûrên lehiya Hewlêrê alîkariyê kom dikin

BasNews– Ermeniyên şêniyên Duhokê ji bo mexdûrên lehiya Duhokê dest bi komkirina alîkariyê kirine û beşdarî kempênên alîkariyê yên ji bo mexdûrên lehiya Hewlêrê dibin.

Şeva 17.12.2021ê ji ber barîna barana zêde li çend herêmên Hewlêrê lehî çêbû û di encamê de 12 mirin û zirareke zêde ya maddî pêk hat. Piştî rûdana lehiyê li gelek bajar û navçeyên Herêma Kurdistanê ji bo mexdûrên lehiya Hewlêrê kempênên alîkarî û hevkariyê tên ragihandin.

Ermeniyên Duhokê jî beşdarî kempênên alîkariyê yên lehiya Hewlêrê dibin.

Di vê derbarê de Serokê Lîjneya Keniseya Ermeniyên Duhokê Îrwanêt Emînyan ji BasNewsê re axivî û got: “Em weke ermenên parêzgeha Duhokê, xwe bi xelkê Herêma Kurdistanê dizan in û di her nexweşiyeke tê serê Kurdistanê, nexweşiya xwe jî dizanin, ew rûdana lehiyê ku li Hewlêrê durist bû û ziyaneke zêde çêbû, em bi wê karesatê gelekî xemgîn in, herçend rûdaneke siruştî ye û li seranserê cîhanê rûdanên siruştî rûdidin.’’

Herwiha Îrwanêt Emînyan got: “Weke ermeniyên parêzgeha Duhokê em jî beşdarî kempêna alîkariya lehiya Hewlêrê dibin û bi rêya kempêna parêzgeha Duhokê em ê jî alîkarî û hevkariya xwe bişînin ji mexdûrên lehiya Hewlêrê. Me îro mîqdarek pare radestî lîjneya parêzgeha Duhokê kir ji bo bişînin ji mexdûrên lehiya Hewlêrê û me ew pere jî sindoqa Kenîseya Ermeniyan derxistiye û ermeniyên Duhokê jî beşdarî kempêna alîkariyê dibin.’’

Di berdewamiyê jî de Îrwanêt Emînyan got: ‘’ Weke pêkhateya ermen li parêzgeha Duhokê, em bi temamî di xweşî û nexweşiyên Herêma Kurdistanê de beşdar in, çunke em beşek in li nava xak û niştman û em hîç ciyawazîyekê di nava xwe xelkê din ê Herêma Kurdistanê de nabînin.’

تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî

___

Serokwezîr Mesrûr Barzanî bersiva keçikek kurd da: Haya min ji bûrokrasiya kaxezê heye

Lalish Duhok

Bingehê‌ Laliş: Rîfrandoma Kurdistanê‌ delîveka zêrîne bo Êzdyan

Lalish Duhok

Jineka mesîhî bû seroka desteya mafên mirov ya Kurdistanê

Lalish Duhok