شبكة لالش الاعلامية

Artêşa Hevpeymanan: Yekbûna Kurdan dê Pêşmerge bihêz bike

Artêşa Hevpeymanan: Yekbûna Kurdan dê Pêşmerge bihêz bike

Hewlêr (K24) – Wezareta Pêşmerge eşkere kir, Wezîrê Pêşmerge û Cîgirê Rêveberê Şêwirmendên Hevpeymanan, li ser proseyên çaksazî, perwerde, rahênana hêzên Pêşmerge civiyan.

Li gor daxuyaniya Wezareta Pêşmerge, îro sêşemê 24ê Gulana 2022yan, Wezîrê Pêşmerge Şoriş Îsmaîl ligel Cîgirê Rêveberê Şêwirmendên Hevpeymanan ê li Herêma Kurdistanê Kolonel Leonovich civiya.

Wezareta Pêşmerge eşkere kir, di civînê de ku Şêwirmendên Bilind ên Serbazî Bextiyar Mihemed û Hejar Umer jî amade bûn, gotûbêjên têr û tije li ser proseyên çaksazî, perwerde, rahênan û rêkxistina hêzan û projeyên pêşniyarkirî kirin.

Wezîrê Pêşmerge Şoriş Îsmaîl tekezî li ser hevahengiya zêdetir û karkirina ber bi arasteyî rêkxistina berfirehtir a hêzên Pêşmerge kiriye.

Kolonel Leonovich li ser dirustkirina hêzeke xurt a yekbûyî diyar kiriye ku dê nakokiyên Kurdan lawaz bike û gotiye: “Bihevrebûna yekbûyî û yekdestiya Kurdan, dê Pêşmerge bihêz dike.”

تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî

___

Bi piştevanya berêz ” Şêx Şamo arîşa xwendekarên Peymangeha Amêdyê hat çareserkirin

Lalish Duhok

Baregeha Barzanî: Serok Barzanî ne li dijî wê ye Helbûsî dîsa bibe serokê parlementoya Iraqê

Lalish Duhok

7 sal di ser rizgarkirina Şingalê ji DAIŞ’ê re derbas dibin

Lalish Duhok