Serok Barzanî û Macron rewşa siyasî ya Herêma Kurdistanê û Iraqê gotûbêj kirin
Hewlêr (Rûdaw) – Serokkomarê Fransayê Emmanuel Macron li gel Serok Barzanî axivî û rewşa siyasî ya Iraq û Herêma Kurdistanê gotûbêj kir.
Li gor daxuyaniya Koşka Serokkomariya Fransa (Elysee) îro Înê 27.52022 Serokkomarê Fransayê Emmanuel Macron bi rêya telefonê bi Serok Barzanî re axivî.
Serok Barzanî bi helkefta hilbijartina Emmanuel Macron wek Serokkomarê Fransayê pîrozbahî lê kir.
Koşka Serokatiya Fransayê ragihand, di wê pêwendiya telefonî de, Emmanuel Macron û Serok Barzanî rewşa siyasî ya Iraq û Herêma Kurdistanê, rewşa emnî û destwerdana derve di karûbarên navxweyî yên Iraqê de gotûbêj kirin.
Li aliyê din, baregeha Serok Barzanî ragihand ku Serok Mesûd Barzanî û Emmanuel Macron “rewşa Iraq û Herêma Kurdistanê, pêşhatên ewlehiyê û destwerdanên derve di karûbarên Iraqê de gotûbêj kirine.”
Serokkomarê Fransayê ji ber mirina 2 welatiyên li sînorê Bamernê li parêzgeha Duhokê hevxemiya xwe pêşkêşî Serok Barzanî kir.
Duh (26.05.2022) li nahyeya Bamernê ya li qezaya Amêdiya ser bi parêzgeha Duhokê ve çend guleyên topê li nêzîk xelkên sivîl ketin û di encamê de du zarokîn bi navê Yûsif Kovan ê 12 salî û Evend Hoşyar ê 10 salî jiyana xwe ji dest dan û du kes jî birîndar bûn.
Herwiha Koşka Elysee da zanîn ku Serokkomarê Fransayê li ser pêwendiyên Parîs û Hewlêrê gotûbêj kiriye û bal kişandiye ser serdana xwe ya havîna borî ya Iraq û Herêma Kurdistanê.
Daxuyaniya baregeha Barzanî:
Serok Barzanî û Macron bi telefonê behsa rewşa Iraq û Herêma Kurdistanê kirin.
Îro înê 27ê Gulanê piştî nîvro bi rêya telefonê Serok Mesûd Barzanî û Serokomarê Fransa Emmanuel Macron rewşa Iraq û Herêma Kurdistanê, pêşhatên emnî û destêwerdanên derve di karûbarên Iraqê de gotûbêj kirin.
Her di heman peywendiya telefonî de Serok Barzanî bi helkefta helbijartina wî wek serokê Fransayê pîrozbahî li Serok Macron kir û Serokê Fransayê jî hevxemiya xwe ji bo qurbaniyên teqekirina duh li Bamernê ya Duhokê arasteyî Serok Barzanî kir.
Peywendiyên Herêma Kurdistanê û Fransa mijareke dinê vê peywendiya telefonî bû.
Daxuyaniya Koşka Serokomariya Fransayê:
Îro Înê 27.05.2022 Serokkomar bi rêya telefonê ligel birêz Mesûd Barzanî Serokê berê yê Herêma Kurdistana Iraqê axivî.
Mesûd Barzanî bi boneya hilbijartinê pîrozbahî li Serokkomar kir. Wan bi hev re rewşa siyasî li Iraq û Kurdistana Iraqê giftûgo kirin; Her wiha rewşa ewlehî û destwerdana derve li Iraqê gotûbêj kirin.
Serokomar ji bo qurbaniyên teqîna duh êvarê ya ku li Bamarnê 2 zarok mirin, sersaxî xwest.
Serokomar herwiha behsa peywendiyên navbera Fransa û Herêma Kurdistana Iraqê kir ku di çarçoveya serdana xwe ya Iraqê de di meha Tebaxê de serdana wan kir.
تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî