شبكة لالش الاعلامية

Tenduristiya Hewlêrê: Ti kes bi Kolêrayê neketiye

Tenduristiya Hewlêrê: Ti kes bi Kolêrayê neketiye

BasNews – Tenduristiya Hewlêrê ragehand, li parêzgeha Hewlêrê ti kes bi nexweşiya Kolêra neketiye.

Berpirsê tenduristiya Hewlêrê, dr. Dilovan Mihemed ji BasNewsê re got, me bo rûbirûbûna nexweşiya Kolêrayê komîteyek pêk aniye. Em çavdêrî û dûvçûnê dikin.

Dr. Dilovan Mihemed her wiha got, 3-4 kes dihatin gumankirin ku bi nexweşiya Kolêra ketine lê têst û tehlîlên wan negatîf derketin, ji ber wê jî heta niha li parêzgeha Hewlêrê ti kes bi wê nexweşiyê neketiye.

Tê gotin ku li zarokek li Hewlêrê bi Kolêrayê miriye. Li ser vê jî, dr. Dilovan Mihemed got, nexêr ew zarok bi Kolêrayê nemiriye. Di werza havînê de zarok ji ber germayê nexweş dikevin û îshal dibin. Ev jî ji ber çêşîtek vîrus e lê vîrusa Kolêrayê ye.

تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî

___

Encûmena Wezîran tekezî li cîbicîkirina rêkeftina Hewlêr û Bexdayê ya li ser budceyê dike  

Lalish Duhok

 Agît Yazar: Xweda Xweza Ezda: Êzidî

Lalish Duhok

Şêx Şamo:Weku civaka Êzidy pêtvye rewşa trsnaka belavbûna vayrosê koronayê li berçav werbigrîn

Lalish Duhok