شبكة لالش الاعلامية

Nêçîrvan Barzanî peyamek serxweşiyê ji Newşîrwan Mistefa re şand

Nêçîrvan Barzanî peyamek serxweşiyê ji Newşîrwan Mistefa re şand

BasNews

Serokwezîrê hikûmeta herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ji ber koça dawî ya serokê Tevgera Gorran Newşîrwan Mistefa Şûle Elî Seîd peyamek serxweşiyê ji Newşîrwan Mistefa re şand.

Li gor malpera fermî ya hikûmeta herêma Kurdistanê peyam waha ye:

Bi minasibeta wefatkirina Şule Elî hevjîna Newşêrwan Mistefa, Nêçîrvan Barzanî serokwezîrê Herêma Kurdistanê peyameke sersaxiyê ji Newşêrwan Mistefa re dişîne.

Ev li jêr teksta wê peyamê:

Birêz kak Newşêrwan Mistefa

Îro nûçeya wefatkirina xatûn Şuile Elî, hevjîna we yên birêz bi min gihişt. Bi vê minasibeta xemgîn sersaxiyê li we yên birêz, zarok, kesûkar û xizmên hevjîna we ya xwedêjêrazî dikim.

Xwedayê mezin xwedêjêrazê bi buheştê şad bike û sebir, tehemûl û tendirustiyê bi we yên birêz bibexşe.

Nêçîrvan Barzanî

Serowkezîrê Herêma Kurdistanê

17.03.2017

تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî

___

Mesrûr Barzanî: Piştgiriya xwe ya bênavber ji bo mafên jinan û rola wan a çalak dubare dikim

Lalish Duhok

Gereka Efserên zêrevanî ji Kurdên Êzdî derçû

Lalish Duhok

Encamên destpêkê: Sê Kurd li Almanyayê bûne parlamenter

Lalish Duhok