شبكة لالش الاعلامية

Li Herêma Kurdistanê rojên cejna Remezanê qedexeya hatûçûnê tune

Li Herêma Kurdistanê rojên cejna Remezanê qedexeya hatûçûnê tune

Hewlêr (K24) – Wezareta Navxwe ya Herêma Kurdistanê biryara qedexeya hatûçûnê ya di rojên cejna Remezanê de, ku hefteyek berê dabû, betal kir.

Piştî ku bi biryara Wezareta Navxwe qedexeya hatûçûnê hat betalkirin, îro parêzgariyên Hewlêr, Silêmanî û Duhokê ji bo çawaniya cîbicîkirina plana xweparêziyê, rênimayî eşkere kirin û ragihandin ku di rojên cejna Remezana pîroz de hatûçûn asayî ye û nimêja cejnê jî li gor rêkarên xweparêziyê dê were kirin.

Biryarên parêzgariyên Hewlêr, Silêmanî û Duhokê wiha ne:

1 – Di rojên cejnê de hatûçûn dê asayî be.

2 – Hemû cûre kombûn û qerebalixî qedexe ye.

3 – Nimêja cejnê li gor rênimayên xweparêziyê dê were kirin.

4 – Qedexa hatûçûna ligel bajarên Iraqê dê weke xwe bimîne.

5 – Berpirsyariya mezin li ser milên welatiyan e.

تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî

___

Li Herêma Kurdistanê 2543 kesên din bi Koronayê ketin

Lalish Duhok

Karesata Şingalê li Êrîvanê tê sax kirin

Lalish Duhok

Serokwezîr Mesrûr Barzanî tevlî behiya Mîrê Kuweytê dibe

Lalish Duhok