شبكة لالش الاعلامية

Kar jibo xûndna babetê‌ Êzdyatyê‌ li deverên Êzdînişîn li Îraqê‌ diête kirin

Kar jibo xûndna babetê‌ Êzdyatyê‌ li deverên Êzdînişîn li Îraqê‌ diête kirin

Tora laliş/Duhok

Îro pênc şembûyê‌ 6î eyara 2021ê‌ rêzdar “Şêx Şamo”Rawêjkarê‌ Serokê‌ Hikûmeta Herêma Kurdistanê‌ bo karubarên Êzdyan li ofîsa xo ya rawêjkaryê‌ li Duhokê‌ ،pêşwazya Serperştên Perwerdeyî”Xezwan Reşîd”û “Beduy Omer” yên babetê‌ Êzdyatyê‌ û raspardî li deverên dervey îdara Herêma Kurdistanê‌ kir bi amadebûna pispor dibwarê wana êzdyatyê û perwerdê da kak Şemo Qasim Berpirsê beşê Rewşenbîrî li Desteya Bilinda Bingehê laliş .
Piştî bixêr anînê‌ di hevdîtinê‌ da rêzdar Şêx Şamo û serperştên perwerdeyî yên babetê‌ Êzdyatyê‌ bi têr û tesel behsê‌ çawanya danana mîkanzmekê‌ bo yekgirtin û xûndina babetê‌ Êzdyatyê‌ li deverên Êzdînşîn li Herêma Kurdistanê‌ û Îraqê‌ û mifa wergrtin ji serbora xûndina babetê‌ Êzdyatyê‌ li herêmê‌ gengeşekirin.
Ji layekê‌ dî ve serperştên raspardî yên babetê‌ Êzdyatyê‌ amaje bi wê‌ çendê‌ da ku nyaza Bexda ewe babetê‌ Êzdyatyê‌ yê‌ li Herêma Kurdistanê‌ di ête xûndin bikeve disîstemê‌ wezareta perwerdeya Îraqê‌ da û li hemû deverên Êzdînşîn bête xûndin.
Şêx Şamo،Rawêjkarê‌ Serokê‌ Hikûmeta Herêma Kurdistanê‌ bo karubarên Êzdyan berhevya xo nîşan da ku mifa ji serbora Herêma Kurdistanê‌ bête wergrtin û babetê‌ Êzdyatyê‌ yê‌ yekgrtî li hemû deverên Êzdyan li Îraqê‌ weka yek bit bête xûndin û cihên peywendîdar jî hatine agehdarkirin bo vê‌ pirsê‌ ،û da dyarkirin weke Bingehê Laliş di amedene bo hemû harîkarî û hemahengyekê.
Herwesa herdû layan tekez li wê‌ yekê‌ kir ku yekgrtina babetê‌ êzdyatyê‌ li sertaserî Îraqê‌ pêngaveka başe û diberjwenda Êzdyan daye.

تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî

___

Qaymeqamê Şingalê: Çekdarên PKKê li keçeka êzîdî dan!

Lalish Duhok

Li Şingalê, êrişeke DAIŞê li dijî Pêşmerge hat şikandin û 12 çekdarên wê rêxistinê jî hatin kuştin

Lalish Duhok

Mesrûr Barzanî: Nabe çav li ber wan kesan were girtin ku zêdegavî li ser milkê giştî dikin

Lalish Duhok