AMED – Hunermendê kurd bûye çayfiroş
Rûdaw
Li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê piştî ragihandina “Rewşa Awarte” bi hezaran hunermend ji karê xwe bûn û niha ji bo debara mala xwe bikin karên cuda dikin. Şanoger Remzî jî yek ji wan ne ku ew di salên borî de li ser dikên şanoyê bû û her wisa di filmên komedîyan de cih digirt. Komedyen Remzî niha ji karê xwe bûye û li Amedê çayfiroşiyê dike.
Remzî ji mişteriyê xwe yên çayxanê re bi awayeke lezgîn çaya qaçax dadigire, şêniyên taxa Rezan li vê derê ne derva sar e û ew li benda çaya Remzî ne.
Ji nişkê ve dengê ambûlans ango hawarçûyê tê, lê ew deng ne ji hawarçuyek ji Remzî tê. Remzî hewil dide ku bi lezgînî çay bigerîne.
Remzî şanoger e di sedan skeç, filmên reklaman û di rêzefilman de cîh girtiye, lê ew di roja îro de, bêkar ma ye û niha çayfiroşiyê dike.
Şanoger Remzî dibêje; “Ez bi xwe şanoger im min bi salan lîstîkan li darxist. Min wan lîstikan di televizyonan de diweşand lê gelek televîzyonên me hatine girtin û em bêkar man.”
Remzî bi her beşê hunerê re hevnas e, lê ew dibêje evîna min şano ye. Bi nêrîna wî “Ji şanogerî û ji hunerê dîtbarî re di nav civata Kurdan de piştevanî gelek kêm e.”
Li Bakurê Kurdistanê piştî Rewşa Awarte, bi hezaran kes an ji kar hatine avêtin an jî dûrxistin. Remziyê ku ji karê xwe bûye û ji hunerê dûr ketiye, ji bo ku bertekên dilê xwe eşkere bike, li ser referandûma 16 Nîsanê straneke bi sê zimanan çêkiriye.
Ew diyar dike; “Bêkarî li welatê me gelek zêde ye, bi hezaran xort û keçên Kurdan nikarin karê xwe bikin. Her wisa şer heye û em bi tevahî helwesta xwe li hember giştpirsiya 16ê Nîsanê eşkere dikin û em dibêjin na.”
Remzî vê heyamê ji dikên şanoyê dûr ketiye lê wî şanoyê aniye nav çayxaneyê. Mişteriyên çayxaneyê jî dibêjin ku em ji Remzî gelek hez dikin û ew gula nav civata me ye.
Li gorî amarên Saziya Rapirsînên Zanistî li tevahiya Tirkiyeyê ji 100 kesan tenê 37ê wan bi derfet in ku karê li gor pisporiya xwe bikin.
تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî