شبكة لالش الاعلامية

Tirkiyê gundê Perex a li sînorê Zaxoyê careke din topbaran kir

Tirkiyê gundê Perex a li sînorê Zaxoyê careke din topbaran kir

 Îro 22.07.2022yê careke din artêşa Tirkiyê gundê Perex a li sînorê Zaxoyê topbaran kir. Hêjayî gotinê ye roja çarşema borî jî di encama topbarana artêşa Tirkiyê ya li gundê Perexê 9 geştyarên Iraqê hatin kuştin û 29 kesên din jî birîndar bûn.

Rêveberê nahyeya Derkar a ser bi îdareya serbixwe ya Zaxoyê Dilşêr Ebdulstar ji BasNewsê re ragehand: ‘’Îro artêşa Tirkiyê sînorê gundê Perexê careke din topbaran kir û naha em ji bo ziyanên topbaranê bizanin ber bi cîhê bûyerê ve rêkeftine.’’

Herwaha got, tenê di vê heftiyê de zêdetir ji 3 caran gundê Perex a li sînorê Zaxo hatiye bombebaran kirin.

تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî

___

Bedlîsî ji Şerefxanê Bedlîsî bêagahdar in!

Lalish Duhok

Kemal Tolan: Divê em Kurd dîroka xwe ne li goriya çavkanî, dokument û arșîva dagirkirên welatê xwe binivisîn!

Lalish Duhok

Bingeha Laleş li Xankê:Cografiya Kurdên Êzdî dê bi referandomê yekalî bibe

Lalish Duhok