شبكة لالش الاعلامية

Di civîna Serok Barzanî û Bafil Talebanî de ev biryar hat dayîn

Di civîna Serok Barzanî û Bafil Talebanî de ev biryar hat dayîn

Hewlêr (K24) – Serok Mesûd Barzanî îro pêncşemê 4ê Tebaxa 2022yan li Pîrmamê pêşwazî li Serokê Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) Bafil Talebanî kir.

Di civînê de, ku Cîgirê Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Qubad Talebanî û Wezîrê Derve yê Iraqê Fûad Husên jî amade bûn, ji bo nirxandina rewşa niha ya Iraqê û pêşhatên wê, gotûbêj û danûstandina fikr û nêrînan hat kirin.

Hat eşkerekirin ku di civînê de ji bo yekxistina nav mala Kurdî biryar hat dayîn: Kar bikin ji bo yekhelwestiya hêzên siyasî yên Kurdistanî li hember wan astengiyên ku rûbirûyî Iraq û Herêma Kurdistanê bûne û civînên ji bo vê mebestê werin berdewamkirin.

Civîna Serok Barzanî û Bafil Talebanî

تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî

___

Serokê Herêma Kurdistanê pêşwazî li Konsulê Macaristanê kir

Lalish Duhok

Sîrwan Barzanî: Hêzên Pêşmerge û artêşa Iraqê li Sergeran operasyonek hevbeş pêk anîn

Lalish Duhok

Duhokê ve 23 kamyonên barhelgir ji bo Bakur û Rojavayê Kurdistanê hatin şandin

Lalish Duhok