شبكة لالش الاعلامية

Mesrûr Barzanî peyamekî giring belav kir

Mesrûr Barzanî peyamekî giring belav kir

BasNews – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî peyameke pîrozbahiyê arasteyî Mihemed Şiya Sûdanî kir, ku ji bo pêkanîna hikûmeta nû ya Iraqê hatiye erkdarkirin.

Serokwezîr Mesrûr Barzanî li ser vê mijarê di twîtekê de ragihand: “Min îro pîrozbahî li Mihemed Şiya Sûdanî kir, ku ji bo pêkanîna hikûmeta nû hatiye erkdarkirin.”

Mesrûr Barzanî diyar kir: “Ez piştevaniya wî dikim ji bo pêkanîna hikûmeteke giştgîr, ku di berjewendiya hemû welatiyên Iraqê de kar bike û baweriya rasteqîn di navbera Hewlêr û Bexdayê de bihêz bike.”

Di twîteke din de Serokwezîr Mesrûr Barzanî eşkere kiriye: “Ev hikûmet, divê piştevaniya mafên hemû pêkhateyan bike û bi giyanê hevbeşiya rasteqîn kar bike û cihê baweriya xelkê be, ku hêviya siberojeke baştir dikin.”

Duh di rûniştina Parlamentoya Iraqê de, piştî salekê ji birêveçûna hilbijartinên giştî, Letîf Reşîd wek Serokomarê nû yê Iraqê hat hilbijartin û wî jî ji bo pêkanîna hikûmeta nû ya Iraqê, Mihemed Şiya Sûdanî erkdar kir.

00CH

تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî

___

100 hezar Kurdên Êzidî ji Kurdistanê çûne

Lalish Duhok

Li Herêma Kurdistanê 2 kesa bi Koronayê canê xwe ji dest dan

Lalish Duhok

Bingehê Laliş harîkarî li ser komeka xêzanên kêm deramet belavkirin

Lalish Duhok