شبكة لالش الاعلامية

Li Şingalê gorekê dî yê bi kom hate dîtin

Li Şingalê gorekê dî yê bi kom hate dîtin

Ajansa Xanî:

Çalakvan Nacî Hecî taybet bo Ajansa Xanî got, evro Êkşembû 8 / 1/ 2023 ê” li komelgeha Sîbaşêxidrê gorekê dî yê bikom hate dîtin û ew jî dizivrît bo serdemê da’işê li demê Sê Tebaxa sala 2014ê û hêrişa wan bo ser Şingalê.
Navhatî got jî, berdewam gorên bikom li qeza Şingalê di hêne dîtin û ji mara wan berev zêdebûnê ve diçe û ew gorê evro hatî dîtin li Sîbaşêxidrê ye di Başûrê Çiyayê Şingalê û heta neha nehatîye zanîn çend rûfat di nav wî gorî dane û eve dibîte gorê Heştê yê bikom li komelgeha Sîbaşêxidrê dihête dîtin.
Ew jî got, em daxwaz dikin ew gore ji layê rêkxirawan ve bihête parastin û her di heman dem da me cihên peywendîdar agehdarkirîne heta ku demê wî were kû bihête heldan.

00S.A

تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî

___

Bingehê Laliş serexoşiyê li qurbanyên bûyera beşên navxoyî li Dihokê kir.

Lalish Duhok

Şêx Şamo pêşwazîya hijmareka xendevanên Êzidîyên Ermenistanê kir

Lalish Duhok

Amerîka cardin ji PKKê xwast ji Şingalê derkeve

Lalish Duhok