شبكة لالش الاعلامية

Mesrûr Barzanî û Şêx Mihemed Bin Raşîd El Mektûm civiyan

Mesrûr Barzanî û Şêx Mihemed Bin Raşîd El Mektûm civiyan

BasNews – Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro 12.02.2023yê li Dubayî li gel Cîgirê Serokê Dewleta Îmaratê û Serokê Encûmena Wezîran û Mîrê Dubeyî Şêx Mihemed Bin Raşid Al Mektûm civiya.

Di civînê de ku Welîahdê Dubayê Şêx Hemdan Bin Mihemed Bin Raşid Al Mektûm û hejmarek ji rayedarên payebilind ên Îmarat amade bûn, guftûgo li ser pêşxistina pêwendiyên di navbera Îmarat û Herêma Kurdistanê de hat kirin.

Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî spasiya piştevaniya berdewam a dewleta Îmarata Erebî yên ji ber çaksaziyên Hikûmeta Herêma Kurdistanê, bi taybetî di warê bazirganî û veberhênanê de kir.

Ji aliyê xwe ve, Şêx Mihemed Bin Raşid dilxweşiya xwe li hember serdana şanda Hikûmeta Herêma Kurdistanê nîşan da û daxwaza pêşvebirina pêwendiyên dualî di hemû waran de dubare kir.

00S.A

تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî

___

Şingal- Ala Kurdistanê hat bilindkirin

Lalish Duhok

Şêx Şamo : Sersaxî bona wefata kesatiyê navdar Mîrza Çolo Siloyan.

Lalish Duhok

Bingehê Laliş pêdiviyên îdarî û pêdiviyên xwendinê pêşkêş di ke.

Lalish Duhok