شبكة لالش الاعلامية

Nêçîrvan Barzanî û Mihemed Şiya Sûdanî budceya sala 2023 ya Iraqê gotûbêj kirin

Nêçîrvan Barzanî û Mihemed Şiya Sûdanî budceya sala 2023 ya Iraqê gotûbêj kirin

Hewlêr (Rûdaw) – Serokê Herêma Kurdistanê û Serokwezîrê Iraqê li Munchenê civiyan. Serokatiya Herêma Kurdistanê ragihand, beşeke civînê taybet bi çareserkirina pirsgirêkên navbera Hewlêr û Bexdayê bûye û di civînê de behsa budceya sala 2023 ya Iraqê û rewşa siyasî hatiye kirin.

Duh êvarî di çarçoveya Konferansa Ewlekariyê ya Munchenê ya Almanyayê de, Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî pêşwaziya Serokwezîrê Iraqê Mihemed Şiya Sûdanî kir.

Li gor daxuyaniya Serokatiya Herêma Kurdistanê, di civînê de pêşhatên dawî yên danûstandinên Hewlêr û Bexdayê ji bo çareserkirina pirsgirêkan, rewşa aborî û budceya Iraqê ya sala 2023an û rewşa siyasî ya Iraqê hat gotûbêjkirin.

Mihemed Şiya Sûdanî û Nêçîrvan Barzanî kêfxweşiya xwe bi berdewamiya pêngavên danûstandinên Hewlêr-Bexdayê û çareserkirina pirsgirêkên di navbera wan de li ser bingeha destûrê nîşan dane û li ser rûbirûbûna pirsgirêk û metirsiyan li hev kirine.

SA

تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî

___

Yekîtiya Ewropa derbarê Sûriyê de biryareke nû da

Lalish Duhok

Li Komelgeha Şarya harîkarî li ser 20 xêzanên kêm deramet hatine parvekirin

Lalish Duhok

Mesrûr Barzanî gazî xelkê Kurdistanê kir: Bila îradeya we bihêz be

Lalish Duhok