شبكة لالش الاعلامية

Nêçîrvan Barzanî: Herêma Kurdistanê di nav civaka navdewletî de cihekî wê yê taybet heye

Nêçîrvan Barzanî: Herêma Kurdistanê di nav civaka navdewletî de cihekî wê yê taybet heye

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî li Mûnchenê di konferanseke rojnamevanî de ragihand, “Beşdarbûna me li Mûnchen an jî Davosê, derfetek e bo Herêma Kurdistanê bikare nêrînê xwe bêyî pir protokolan bigihîne hevkarên xwe li seranserê cîhanê.”

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî diyar kir ku babeta sereke ya hemû civînên wî li Munchenê, pêwendiyên di navbera Herêma Kurdistanê û Bexdayê de bûn, ku civaka navdewletî bi giştî dixwaze alîkariya wan bo çareserkirina pirsgirêkan bike.

Serokê Herêma Kurdistanê got, mijara şerê di navbera Ukrayna û Rûsyayê de jî mijareke din a civînan bû. Di vê çarçoveyê de jî mijara enerjiyê, mijarek e û welatên rojavayî girîngiyê didinê.

Nêçîrvan Barzanî got: “Bê guman Iraq û Herêma Kurdistanê di mijara enerjiyê de dikarin alîkar bin, eger xwedî nêrîneke durist û rêkûpêk bin.”

Serokê Herêma Kurdistanê rafihand jî, Herêma Kurdistanê di nav civaka navdewletî de, cihekî wê yê taybet heye.

Derbarê metirsiya çekdarên DAIŞê de jî, Nêçîrvan Barzanî got: “Civaka navdewletî heta niha mijara terorê û metirsiya DAIŞê, wek pirseke cidî dibîne.”

Nêçîrvan Barzanî di konfiransa rojnamevanî de ragihand, DAIŞ hê jî dikare aramiya Iraqê têk bide.

Serokê Herêma Kurdistanê diyar kir, hemû şandên ku li Mûnchenê bi wan re hevdîtin pêk anîne, ew ji bo yekrêziya Kurdan han dane û got, divê Kurd pirsgirêkên xwe yên navxweyî çareser bikin.

Nêçîrvan Barzanî ragihand jî, YNK û PDK dê di demek nêzîk de li hev bicivin û pirsgirêk ew qas ne mezin in ku li ser Herêma Kurdistanê bibin metirsî.

Serokê Herêma Kurdistanê got jî: “Eger hemû hêz û aliyên Kurdistanê ne bi hev re bin, em nikarin tiştekî ji bo Herêma Kurdistanê bikin.”

SA

تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî

___

Ruydaneka agrberbûnê li kempa Şarya çêbû û çar xîvet bi temamî sotin Nêzîkî demjmêr 2:00 berê sibeha îroheşt xîvetên awareyên Şingalê li kempa Şarya li sinûrê deverdariya Sêmêlê sotin û ziyan gehştine çar xîvetên dî. Pîr Deyan Ce’fer, rêveberê koç û koçber û bersvdana qeyranan li parêzgeha Dihokê bo gav got: li berê sibeha îro roja duşembî ruydaneka agrberbûnê li kempa şarya çêbû û çar xîvet bi temamî û çarên dîjî nîv nîve hatin sotin û çi zyanên giyanî nebûn, belku zyan bitenê madî bûn. Amaje da wê çendê jî, ruydana sotina xîvetan ji egerê şortekê karebê bûye û tîmên agrvemrandinê gehştîne cihê ruydanê û berî agr berfrehbibe, hatiye kuntrolkirin. Rêveberê koç û koçber û bersvdana qeyranan li parêzgeha Dihokê da zanîn jî, tevahiya kelupelên pêdvî ji layê wan ve bo ziyan vêkeftyan hatîne dabînkirin û cihê xîvetan dê hête paqjkirin û xîvetên nuy dê bi wan hêne danan.

Lalish Duhok

Serok Barzanî pîrozbahî li Patriyarkê Dêra Rojhilat a Aşûrî kir

Lalish Duhok

Çînê cîgerê mirovan çêkir

Lalish Duhok