شبكة لالش الاعلامية

Bafil Talebanî: Werin em ala Kurdayetiyê hilgirin

Bafil Talebanî: Werin em ala Kurdayetiyê hilgirin

 Serokê Yekîtiya Nîştimaniya Kurdistanê (YNK) Bafil Talebanî di panela “Rewşa navxweyî ya Herêma Kurdistanê û pirsgirêkên aramiyê” de got, “Eger PDK gavekê were pêş em dê deh gavan werin pêş.” Bafil Talebanî herwiha got: “Li şûna ku em ala partiyan hilgirin, werin em ala Kurdayetiyê hilgirin, em dikarin bi hev re bikin.”

Îro li paytexta Herêma Kurdistanê bajarê Hewlêrê, Duyemîn Foruma Hewlêrê ya bi navnîşana “Xalên Werçerxê û Paşeroja Rojhilata Navîn” bi hevbeşî ligel hejmarek navendên lêkolînê û saziyên herêmî û navdewletî destpê kir.

Di çarçoveya Foruma Hewlêrê de panela bi navnîşana “Rewşa navxweyî ya Herêma Kurdistanê û pirsgirêkên aramiyê” bi beşdariya Serokê Yekîtiya Nîştimaniya Kurdistanê (YNK) Bafil Talebanî û bi moderatoriya Lêkolerê Navenda Lêkolînan a Rûdawê Mehmûd Baban hat sazkirin.

“Rudaw”

CH

تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî

___

Çinar Şemo: Wern em roja cîhanya zarukan cuda ji salên burî bigêrn

Lalish Duhok

ŞİNGAL – Çend hêz hene? Çend kes in? Bi kê ve girêdayîne?

Lalish Duhok

Li Gazîentabê, rêveberê çalakiyên xwekujiyê yê DAIŞ’ê hat kuştin

Lalish Duhok