شبكة لالش الاعلامية

PAK: Jîyana Mele Mistafa Barzanî, kurte çîroka têkoşîna azadîya Kurdistanê ye

PAK: Jîyana Mele Mistafa Barzanî, kurte çîroka têkoşîna azadîya Kurdistanê ye

BasNews – Partiya Azadiya Kurdistanê (PAK) di 44emîn salvegera koça dawî ya rêberê tevgera azadîxwaziya Kurd Mele Mistefa Barzanî de peyamek belav kir û bibîranî

Li gor Buroya Çapemenî û Ragehandinê ya PAKê daxuyanî waha ye:

Yek ji rêberên neteweyî yê miletê Kurd Mele Mistefa Barzanî roja 01.03.1979ê koça dawî kir.

Ew aktor û şahîdê gelek rûdanên dîrokî bû.

Ji roja jidayikbûnê heta wafata wî, jiyana Mele Mistafa Barzanî, kurte çîroka têkoşîna neteweyî ya Kurd û Kurdistanê, ya di sedsala 20an de ye.

Mele Mistefa Barzanî, bi rêbaz û xebat û têkoşîna Şêx Abdulselam Barzanî û Şêx Ahmed Barzanî û di medreseya welatperwerîya wan de perwerde bûye.

Rêbaza Mele Mistefa Barzanî, berdewamîya rêbaza doza Şêx Seîd, Xalid Begê Cibrî, Seyid Riza, îhsan Nurî , Pêşewa Qazî Mihemed e.

Mele Mustafa Barzanî ew alaya ku Pêşewa Qadî Mihemed teslîmî kir, tu carî li erdê nexist , teslîmî pêşmergeyênm qehreman kir. Bi ked û têkoşîna şehîd û xebatkarên doza azadîya Kurdistanê, ew Alaya Kurdistanê îro li ser Parlamentoya Herêma Kurdistanê li ba dibe.

Ji bo Mele Mistefa Barzanî û ji bo hemû şehîd û kedkarên têkoşîna azadî, rizgarî û serxwebûna Kurdistanê, dê xelata herî mezin, azadî û serxwebûna Kurdistanê be.

Em di 44emîn salvegera wefata wî de, rêberê miletê Kurd Mele Mistefa Barzanî bi giramî bibîrtînin.
01.03.2023

Buroya Çapemenî û Ragehandinê ya PAKê

CH

تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî

___

Peyamek ji Bingehê Laliş derbarey bûyera tîrorstya evro li Duhokê

Lalish Duhok

Di Lûtkeya NATOyê de, welatên endam piştgiriya xwe ya ji bo Ukraynayê dubare kirin

Lalish Duhok

Rêjeya beşdariyê li seranserê Iraqê

Lalish Duhok