شبكة لالش الاعلامية

Îsal 50 mamosteyên zimanê Kurdî têne tayînkirin

Îsal 50 mamosteyên zimanê Kurdî têne tayînkirin

BasNews – Wezareta Perwerdehiyê ya Tirkiyeyê lîsteya kontenjanên mamosteyan eşkere kir û îsal ji bo zaravayê Kurmancî 35 û ji bo Zazakî jî 15 mamosteyên zimanê Kurdî dê werin tayînkirin.

Wezîrê Perwerdehiyê yê Tirkiyê Mahmut Ozer ragihand, îsal li seraserê Tirkiyê 45 hezar mamoste dê werin tayînkirin, pêşserlêdan dê di navbera rojên 27ê Adarê – 1ê Nîsanê de werin wergirtin, erkdarkirin jî dê di roja 8ê Gulanê de were kirin.

Di daxuyaniya Wezareta Perwerdehiyê ya Tirkiyê de hat eşkerekirin ku îsal ji bo zaravayê Kurmancî 35 û ji bo Zazakî jî 15, bi bi giştî 50 mamosteyên zimanê Kurdî dê werin tayînkirin.

Mahmut Ozer eşkere kir: “Em ê di navbera 2-6ê Gulanê de tercîhên tayînkirinê yên namzedên mamostetiyê werbigrin, em ê di 8ê Gulanê de jî encamên tayînkirinê eşkere bikin.”

SA

تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî

___

 Hinek serpêkhatî, hêvî u jîana Êzîdiyen Bakurê Kurdistanê

Lalish Duhok

çalakvanekî êzidî bi Mîdaiya Zêrî ya 2015ê li Amerîka hat xelat kirin

Lalish Duhok

Ji Perlamentoya Iraqê derbarê Roja Enfalê de biryareke nû

Lalish Duhok