شبكة لالش الاعلامية

Îsal 50 mamosteyên zimanê Kurdî têne tayînkirin

Îsal 50 mamosteyên zimanê Kurdî têne tayînkirin

BasNews – Wezareta Perwerdehiyê ya Tirkiyeyê lîsteya kontenjanên mamosteyan eşkere kir û îsal ji bo zaravayê Kurmancî 35 û ji bo Zazakî jî 15 mamosteyên zimanê Kurdî dê werin tayînkirin.

Wezîrê Perwerdehiyê yê Tirkiyê Mahmut Ozer ragihand, îsal li seraserê Tirkiyê 45 hezar mamoste dê werin tayînkirin, pêşserlêdan dê di navbera rojên 27ê Adarê – 1ê Nîsanê de werin wergirtin, erkdarkirin jî dê di roja 8ê Gulanê de were kirin.

Di daxuyaniya Wezareta Perwerdehiyê ya Tirkiyê de hat eşkerekirin ku îsal ji bo zaravayê Kurmancî 35 û ji bo Zazakî jî 15, bi bi giştî 50 mamosteyên zimanê Kurdî dê werin tayînkirin.

Mahmut Ozer eşkere kir: “Em ê di navbera 2-6ê Gulanê de tercîhên tayînkirinê yên namzedên mamostetiyê werbigrin, em ê di 8ê Gulanê de jî encamên tayînkirinê eşkere bikin.”

SA

تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî

___

Bilançoya şerê di navbera Îsraîl û Hamasê de zêde dibe

Lalish Duhok

Neteweyên Yekgirtî soz da xizmetkaryan pêşkeşî nawçeya Sinunê bike

Lalish Duhok

Li bajarê Mêrsîn yê Tirkiyê nijadperestên tirk êrişî malbateka kurd ya Hewlêrî kirin

Lalish Duhok