شبكة لالش الاعلامية

Yapicioglu li Hewlêrê bi Barzanî re hevdîtin kir

Yapicioglu li Hewlêrê bi Barzanî re hevdîtin kir

Hewlêr (Rûdaw) – Serokê Giştî yê HUDA PARê Zekeriya Yapicioglu bi Serok Mesûd Barzanî re civiya.

Serokê Giştî yê HUDA PARê Zekeriya Yapiçioglu ji bo hin hevdîtinan, serdana Herêma Kurdistanê kir.

Yapiçioglu li bajarokê Selahedînê yê ser bi Hewlêrê ve ji aliyê Serok Mesûd Barzanî ve hat pêşwazîkirin.

Partiya Doza Azad (HUDA PAR) îro Çarşemê 26ê Nîsana 2023an derbarê serdan û hevdîtina Yapiçioglu de ragihand, ku Serokê Giştî yê wê partiyê Zekeriya Yapicioglu serdana Herêma Kurdistanê kiriye û bi Serok Mesûd Barzanî re hevdîtinek pêk aniye.

Li gor daxuyaniya HUDA PARê, “Di hevdîtinê de ku di derbarê rewşa siyasî ya Tirkiye û Iraqê de nêrîn hatin guherandin de, li ser pêşdebirina têkiliyên di navbera HUDA PAR û PDK’ê de lihevkirinek hat kirin.”

 

CH

تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî

___

Li Şingalê ciwanekî canê xwe ji dest da

Lalish Duhok

Serok Barzanî pêşwazî li nûnera taybet ya sekreterê giştî yê NY li Iraqê kir

Lalish Duhok

Serokê Êketiya Nivîserên Kurdistana Sûrya seredana desteya bilinda bingehê laliş kir.

Lalish Duhok