شبكة لالش الاعلامية

Serokwezîr Mesrûr Barzanî ji bo parastina genimê cotkaran budceyek terxan kir

Serokwezîr Mesrûr Barzanî ji bo parastina genimê cotkaran budceyek terxan kir

BasNews- Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî rizamendî da li ser xerckirina 4 milyar û 201 milyon Dînar ji bo kirîna qirker bi mebesta pêşvebirin û handana sektora çandiniyê û parastina genimê îsal ê cotkaran.
Îro Pêncşemê 27ê Nîsana 2023an, Rêveberê Çandiniyê yê Hewlêrê Hêmin Seyîd Murad ji K24ê re ragihand, li ser rizamendiya Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî û raspardina Wezareta Darayî û Aborî bi qasî 4 milyar û 201 milyon Dînar ji bo kirîna qirker bi mebesta parastina berhema genimê îsal ê cotkaran.
Hêmin Seyîd Murad destnîşan kir, ev pêngav yek ji wan karên stratejîk ên dabînkirina asayîşa xurekê li ser asta cîhanê ji bo parastina genim li nexweşiyan.
Ji aliyê xwe ve, Wezareta Çendinî û Çavkaniyên Avê ya Herêma Kurdistanê, li rêveberiyên giştî yên çandiniyê yên Hewlêr, Duhok, Silêmanî, Helebce û Germiyanê raspart ku li gor yasa û rênimayan dest bi rêkarên îdarî bikin bi mebesta kirîn û dabeşkirina qirker, bi ser cotkarên Herêma Kurdistanê li sînorên îdareya xwe.

SA

تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî

___

Partiyên Kurdistanî li bakur êrîşa Tirkiyê şermezar kirin û daxwaz ji PKK kirin ji Şingalê vekişe

Lalish Duhok

Mazlûm Kobanî ji Iraqê daxwaz dike ku Kurdên Êzidî biparêze

Lalish Duhok

Nêçîrvan Barzanî ligel Recep Tayyîp Erdogan civiya

Lalish Duhok