شبكة لالش الاعلامية

Weqfa Sunniyên Iraqê: Mizgefta Rehman a li Şingalê nehatiye şewitandin

Weqfa Sunniyên Iraqê: Mizgefta Rehman a li Şingalê nehatiye şewitandin  

BasNews- Dezgeha Weqfa Sunne ya Iraqê ji bo lêkolîna li ser bûyerê serdana Mizgefta Rehman a Şingalê kiriye û diyar kiriye ku mizgeft ne şewitiye û ti ziyanên madî çênebûne.

 Rêveberê Dezgeha Weqfa Sunniyên Iraqê li navçeya Şingalê Îsmaîl Mihemed ragihand, li ber Mizgefta Rehman li Şingalê, li ser daxwaza Serokê Dezgeha Weqfê ya Sunne Maşan Xezrec, me lêkolîn li ser şewitandin û êrişa li ser Mizgefta Rehman kir. .
Rêveberê Dezgeha Weqfa Sunne ya Iraqê li navçeya Şingalê jî tekezî li ser peyama parastina pêkvejiyana aştiyane ya hemû pêkhateyên Şingalê kir û daxwaz ji hemû aliyan kir ku kar ji bo peydakirina nakokiyan di navbera pêkhateyan de nekin û daxwaza vegerandina koçberên Şingalê bo navçeyên wan kir.

Roja pêncşemê (27.04.2023) piştî vegera nêzîkî 25 malbatên erebên sunne bo navçeya Şingalê, hejmarek ji rûniştvanên wê navçeyê xwepêşandanek nerazîbûnê li dar xistin û biryara vegerandina penaberan ji aliyê Wezareta Koç û Koçberan a Iraqê red kirin.
Piştî xwepêşandanê li ser torên civakî û hin dezgehên ragihandinê nûçeyên êrîş û şewitandina Mizgefta Rehman a Şengalê hatin belavkirin û ev yek bû sedema nerazîbûnan.
Tevî ku Mîrê Êzdiyan, Navenda Çanda Lalş û Rêveberiya Karûbarên Êzdiyan li Wezareta Ewqaf û Karûbarên Olî ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê ev bûyer red kirin û gotin ku ti pêwendiya wê bi êzdiyan re nîne.

SA

تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî

___

Kazimî: Pêwîstiya Iraqê bi hêza şerker a Amerîkayê nîne

Lalish Duhok

Zêdetirî 100 çekdarên DAIŞê di şerê îro de hatine kuştin ku termên pirraniya wan di qadên şer de bi cih mane

Lalish Duhok

NY: DAIŞ çend rojên wê yên kêm mane!

Lalish Duhok