شبكة لالش الاعلامية

Ji bo henardekirina berhemên çandiniya Herêma Kurdistanê ji parêzgehên Iraqê re civînek pêkhat

Ji bo henardekirina berhemên çandiniya Herêma Kurdistanê ji parêzgehên Iraqê re civînek pêkhat

BasNews – Nûnerê Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Wezîrê Çandiniyê behsa pirsa av û henardekirina berhemên çandiniya Herêma Kurdistanê ji bo parêzgehên Iraqê kirin.
Li gor daxuyaniya hatiye belav kirin, îro 07.05.2023yê Serokê Nûnertiya Hikûmeta Herêma Kurdistanê li Bexdayê pêşwazî li Wezîrê Çandiniya Herêma Kurdistanê û şandeya li gel kir.

Di civînê de behsa rewşa Herêma Kurdistanê bi giştî û sektora çandiniyê bi taybet hate kirin.
Di beşeke din a hevdîtinê de pêwendiyên navbera Hewlêr û Bexdayê û bi taybet jî sektora çandiniyê û tevdîrên pêwîst ji bo bihêzkirina pêwendiyan di navbera herdu wezaretên çandiniyê û çavkaniyên Iraq a federal û Herêma Kurdistanê hatin gotûbêj kirin.

Daxuyaniyê de hat gotin: ‘’Serokê Nûnertiya Hikûmeta Herêma Kurdistanê li Bexdayê daxwaza bihêzkirina pêwendiyên hemahengî û hewkariyê di navbera herdu wezaretan de kiriye, bi taybet jî di warê henardekirina berhemên çandiniya Herêma Kurdistanê ji bo parêzgehên Iraqê hate kirin.
Herwaha hat gotin: ‘’Ji aliyê xwe ve Wezîra Çandiniya Herêma Kurdistanê jî hewldanên nûnertiya Hikûmeta Herêma Kurdistanê yên ji bo bihêzkirina pêwendiyên navbera wezaret û saziyên hikûmeta Bexda û Hewlêrê bilind nirxandine.’’

Berî naha Wezîra Çandinî û çavkaniyên avê ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê Bêgerd Talebanî ragehandibû: ‘’Daxwaz ji Wezareta Çandiniya Iraqê hatiye kirin rêgiriyên li pêş henardekirina berhemên çandiniya Herêma Kurdistanê, bi taybet jî berhemên baskdar rabike û li gel Parlamentoya Iraqê jî ew mijar hatiye behs kirin.’’

SA

تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî

___

Du lîwayên hevbeş ên Pêşmerge û Artêşa Iraqê dest bi kar dikin

Lalish Duhok

Şandekê xwendekarên Zanîngeha Dortmond ya Elmanî seredana Bingehê Laliş tayê Şarya kirin

Lalish Duhok

Serxweşîya RIATAZA û FNDK bo wefata Keremê Seyad

Lalish Duhok