شبكة لالش الاعلامية

Konsulxaneyên 13 welatan ên li Herêma Kurdistanê daxwaza encamdana hilbijartinan dikin

Konsulxaneyên 13 welatan ên li Herêma Kurdistanê daxwaza encamdana hilbijartinan dikin

Hewlêr (K24) – Konsulxaneyên giştî û nûnertiyên dîplomasiyê yên Yekîtiya Ewropayê û 12 welatên cîhanê yên li Herêma Kurdistanê, daxwazê ji Parlamentoya Kurdistanê û Hikûmeta Herêma Kurdistanê dikin ku hemû gavên pêwîst biavêjin, da ku hilbijartin bêyî paşxistin werin encamdan.

Îro Sêşemê 16ê Gulana 2023an, konsulxaneyên giştî û nûnertiyên dîplomasiyê yên Brîtanya, Amerîka, Almanya, Holanda, Kanada, Yekîtiya Ewropayê, Fransa, Çekya, Yûnanistan, Îtalya, Bulgaristan, Polanda û Romanya di daxuyaniyeke hevbeş de, destxweşiyê li Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Parlamentoya Kurdistanê û xelkê Herêma Kurdistanê dikin “ji ber pabendbûna wan a berdewam bo bingeh û nirxên demokrasiyê û pêşwazîkirina li ruhê nûbûna hevkariya navbera aliyan”.

Di daxuyaniya hevbeş de, daxwazê ji Parlamentoya Kurdistanê û Hikûmeta Herêma Kurdistanê dikin ku hemû gavên pêwîst biavêjin, da ku hilbijartin bêyî paşxistin werin encamdan.

Konsulxaneyên giştî û nûnertiyên dîplomasiyê yên Yekîtiya Ewropayê û 12 welatên cîhanê, tekeziyê li ser girîngiya hilbijartinên azad û dadperwerane dikin, ji ber vê yekê, em daxwazê ji hemû aliyên pêwendîdar û aliyên siyasî û hemû aliyên din ên pêwendîdar ên Herêma Kurdistanê dikin ku bi awayekî hevbeş kar bikin û ji wan astengiyên ku mane derbas bibin ji bo encamdana proseya hilbijartinan.

Herwiha di daxuyaniyê de hatiye destnîşankirin ku encamdana hilbijartinan were garantîkirin ku pabend be bi pîvanên navdewletî û mafên hemû welatiyan biparêze, ji wan jî; jin û kêmnetew, ji bo beşdarbûna di proseya demokrasiyê de.

Ev daxuyaniya konsulxaneyên giştî û nûnertiyên dîplomasiyê yên Yekîtiya Ewropayê û 12 welatên cîhanê yên li Herêma Kurdistanê, piştî civîna îro ya herdu polîtburoyên PDK û YNKê tê, ku tê de tekezî li ser bilezkirina gavên yasayî û siyasî kirine ji bo encamdana hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê.

 

CH

تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî

___

Xortekî êzîdî li Amêdiyê bi elektirîkê canê xwe ji dest da

Lalish Duhok

Rêzgirtin ji xebatkarên kempa Mam Reşan re

Lalish Duhok

Berhem Salih daxwaza destjikarkêşana xwe peşkeşi parlementoyê kir

Lalish Duhok