شبكة لالش الاعلامية

Mesrûr Barzanî ji bo xwandevanên pola 12 yên Şingalê rezamendî da ku 82 milyon û 50 hezar dînar bê xerc kirin

Mesrûr Barzanî ji bo xwandevanên pola 12 yên Şingalê rezamendî da ku 82 milyon û 50 hezar dînar bê xerc kirin


BasNews – Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî ji bo xwandevanên pola 12 yên Şingalê rezamendiya xerc kirina 82 milyon û 50 hezar dînar nîşan da.

Îro 22.06.2023yê Wezareta Perwerde ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê ragehand, Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî salane ji bo piştevaniya xwandevanên Şingalê ku ezmûnên pola 12ê ya amadeyi li Duhokê encam didin, ji bo wan rezamendî da ku 82 milyon û 50 hezar dînar bê xerc kirin, ku xercên hatûçûna wan xwandevanên Şingal û derdora wê be, ku 745 xwandevanên pola 12 ya amadeyi dê ji vê piştevaniya darayî sûdmend bibin.

Ew xwandevanên ezmûnên hemû waneyan li parêzgeha Duhokê didin, ji bo her xwandevanekî 120 hezar dînar hatiye cuda kirin.

Ji wan xwandevanên ku ezmûnên yek an jî du waneyan li parêzgeha Duhokê didin, ji bo her xwandevanekî jî 50 hezar dînar hatiye veqetandin.

Dê destpêka heftiya pêş, ew piştevaniya darayî ya Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê ji bo xwandevanên Şingalê diyar kiriye, dê bê belav kirin.

SA

تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî

___

Barzanî:Armanca referandomê serxwebûna Kurdistanê ye

Lalish Duhok

Alîkarîyên xwarinê yên awareyan hat kêmkirin

Lalish Duhok

Duhokê ve 23 kamyonên barhelgir ji bo Bakur û Rojavayê Kurdistanê hatin şandin

Lalish Duhok