شبكة لالش الاعلامية

Nêçîrvan Barzanî bi Serokwezîrê Yunanistanê re civiya

Nêçîrvan Barzanî bi Serokwezîrê Yunanistanê re civiya

Hewlêr (Rûdaw) – Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî li Almanyayê di çarçoveya Konferansa Ewlehiyê ya Munîhê de bi Serokwezîrê Yunanistanê Kyriakos Mitsotakis re civiya.

Gelek lîderên cîhanê, pisporên ewlehiyê û siyasetmedar dê di navbera 16 û 18ê Sibatê de tevî Konferansa Ewlehiyê ya Munîhê (MSC) bibin ku cara 60î ye tê lidarxistin.

Serokatiya Herêma Kurdistanê li ser civîna Nêçîrvan Barzanî û Serokwezîrê Yunanistanê Kyriakos Mitsotakis daxuyaniyek belav kir.

Li gorî daxuyaniyê di hevdîtinê de behsa derfeta pêşvebirina peywendiyên Yunanistanê li gel Îraq û Herêma Kurdistanê û berfirehkirina hevkariya hevbeş, rewşa ewlehî û siyasî ya Îraqê, pêwendiyên Hewlêr û Bexdayê, diyaloga çareserkirina pêrsgirêkan, êrişên terorî û metirsiya DAIŞê ya li herêma hatin gotûbêjkirin.

Herwiha her du aliyan tekezî li ser xwesteka pêşxistina pêwendiyan di hemû waran de kir.

Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku Serokwezîrê Yunanistanê xwestiye ku di demeke nêzîk de biçe serdana Îraq û Herêma Kurdistanê.

Li aliyê din Serokwezîrê Yunanistanê metirsiyên rewşa aloz a li Rojhilata Navîn kiriye kir ku divê aştî û aramî li herêmê were parastin û rê neyê dayîn ku nakokî zêde bibin.

Pêwendiyên Îraq û Herêma Kurdistanê bi welatên cîran re, rewşa Sûriyeyê û mijarên din ên berjewendiya hevbeş, mijarên din ên hevdîtinê bûn.

 

CH

تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî

___

Nivîsgeha Rizgarkirina Revandiyên Êzidiyan amareke nû ya qurbanî û rizgarbûyên Kurd ên Êzidî belav kir

Lalish Duhok

Dezgeha xêrxwazî ya Barzanî alîkariya welatiyên ku ji bin destê DAIŞê hatine rizgarkirin dike.

Lalish Duhok

Serokê Hikûmetê erd ji bo çêkirina binkeyekî tenduristiyê li Şêxanê veqetand

Lalish Duhok