شبكة لالش الاعلامية

Komên çekdar 200 malên Kurdan dagîr dikin

Li bajarê Girê Sipî (Til Ebyed) a Rojavayê Kurdistanê, komên çekdar ên ser bi dewleta îslamî a Êraq û Şamê û Cebhet Nusre li dijî welatiyên Kurd operasyon kirin û ji malên wan hatine surgûn kirin.

Li gor nûçeyekî Welatî belavkiriye ku, komên çekdar ên Tundrerw şeva 18/19/8/2013`an, li bajarê Girê Sipî zêdetir li 200 malên Kurd li taxa Leyl talan kirine û deriyê malan şikandine û malbatên Kurd jî bidarê zorê ji malên wan hatine derxistin û malbaên ereb li cihê wan bi cî kirine.

Hêjayî gotinê ye ku hêzên komên çekdar yên ser bi dewleta îslamî Êraq û Şamê û Cebhet Nusre bo nehêştina Kurdan li navçeya Girê Sipî a Rojavayê Kurdistanê û bi armanca erebkirina navçeyê êrişî malbatên Kurd dikin û malbatên ereb li şûna Kurdan bi cih dikin.

Her weha gelek malbatên Kurd yên wê navçeyê dev ji mal û mulk û gundên xwe berdane û berê xwe dane bajarê Kobanê û hin ji wan jî berê xwe dane Herêma Kurdistanê.

xendan

تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî

___

Mesrûr Barzanî: Ji ber canjidestdana Shinzo Abe gelek xemgîn im

Lalish Duhok

Mesrûr Barzanî: Em îro bi dilekî pir xemgîn şehîdên Enfalê bi bîr tînin

Lalish Duhok

Wezîrê Derve yê Rûsyayê serdana Başûrê Kurdistanê dike

Lalish Duhok