شبكة لالش الاعلامية

REWŞA DAWÎ – DAIŞ ji firokxaneyê derxistin!

REWŞA DAWÎ – DAIŞ ji firokxaneyê derxistin!

Çavkanî :Rûdaw

Artêşa Iraqê Firokxaneya Leşkerî ya Geyareyê kontrol kir.

Parêzgarê Mûsilê Nevfel Hamadî ji Rûdawê re got, di encama operasyona îro danê sibê de Firokxaneya Leşkerî ya Geyareyê ji aliyê hêzên Artêşa Iraqê ve ji DAIŞê hat standin.

Nevfel Hamadî diyar kir ku kontrolkirina firokxaneyê ji bo rizgarkirina Mûsilê girîng e û wiha got: “Çekdarên rêxistina DAIŞê ti berevanî nekirin û paşve vekişiyan.”

Firokxaneya Leşkerî ya Geyareyê sala 1970 ji aliyê serokê berê yê Iraqê Sedam Hisên ve hatibû çêkirin û ji sala 2003ê heta 2010ê Amerîkayê bikaranibû.

Amerîkayê sala 2010ê firokxane radestî hêzên Iraqî kiribû, lê sala 2014ê DAIŞê dagir kiribû.

Artêşa Iraqê bi piştavaniya hêzên hevpeymaniya navdewletî 18ê Hezîrana îsal li bajarokên Geyareyê û Şergatê dest bi operasyonan kiribû.

Geyare bi qasî 60 km dûrî başûrê bajarê Mûsilê ye û bi kontrolkirina wî bajêrokî rêya navbera Mûsil û Bexda tê birîn.

Geyare ji aliyê hejmara rûniştvanan ve mezintirîn bajarok e li Mûsilê û li ser Çemê Dîcleyê ye.

تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî

___

Belavkirina selikên xwarinê li xwendekarên Şengalê yên li Bahzanê dijîn

Lalish Duhok

Di dîrokê de deh Ramanwerên Mezin

Lalish Duhok

Rêveberê Karubarên Êzdiyan: Pêşbîn tê kirin zêdetir ji 100 hezar kesan bo cejina Cemayê seredana Perstgeha Laliş biken

Lalish Duhok