Zarokên sava di nava agir de şewitîn û bûne rijî!
Çavkanî :Rudaw
Îro danê sibehî Beşa Jinan a Nexweşxaneya Yermûk li bajarê Bexdayê agir girt û di encamê de 24 zarokên sava jiyana xwe ji dest dan.
Wezareta Tendurustî ya Iraqê ragihand ku li Beşa Jinan a Nexweşxaneya Yermûkê agir berbû rawera zarokan û paşî kepsola oksîjenê teqiye.
Di daxuyaniya Wezareta Tendurustiyê de hatiye gotin ku hêzên berevaniya şaristanî, tîmên agirvemirandinê û hêzên ewlekariyê gihiştin cihê bûyerê û agir kontrol kirin.
Li gor daxuyaniyê agir di beşa jinan de derketiye û ji wir gehiştiye cihê zarokan.
Çavkaniyên ewlekariyê diyar dikin ku dibe agir ji ber elektirîkê derketibe.
Piştî şewatê, wêneyekê bûyerê taybet ji Rûdawê re hatiye şandin ku paşmayiyên cenazeyên wan zarokên sava nîşan dide, ku di bûyera agirberbûnê de şewitîne û jiyana xwe ji dest dane.
Di wêneyê de derdikeve ku hemû bedena zarokan şewitiye û weke rijî (komir) lê hatine û nayên naskirin.
Hin çavkaniyên ewlehiyê yên Bexdayê ji Rûdawê re dan xuyakirin, ku renge bûyera agirberbûnê bi sedema arîşeyên di elektrîka nexweşxaneyê de derkevtibe.
Nexweşxaneya Yermûk ji destpêka avabûna wê ve di sala 1964an de yek ji nexweşxaneyên navdar ên Bexdayê bûye, lê belê niha asta pêşkêşkirina xizmetguzariyên wê nexweşxaneyê gelek xirab in û tenê di heyama îsal de 3 caran agir berbûye avahiya nexweşxaneyê.
تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî