Rûsya: Pêwîst e kurd jî hebin
Rudaw
Berdevka Wezareta Derve ya Rûsyayê Mariya Zaxarova ragihand, Rûsya pêwîst dibîne kurd jî beşdarî civîna Cenevê bibin û got; Dem hatiye êdî destûra Sûriyê bê nivîsandin û alî çekên xwe daynin.”
Berdevka Wezareta Derve ya Rûsyayê Mariya Zaxarova îro (27-01-2017) li Moskowê civîna rojnamevanî ya heftane saz kir û bersiv da pirsên peyamnêrê Rûdawê.
Li ser pirsên peyamnêrê Rûdawê yên derbarê guftûgoyên Cenev 4ê û mafên kurd di destûra pêşniyazkirî ya Rûsyayê de Zaxarova got;
“Derbarê vexwendina kurdan a ji bo guftûgoyan, hûn bixwe helwesta Rûsyayê dizanin. Em pêwîst dibînin, ku kurd beşdarî guftûgoyan bibin.”
Zaxarova herwiha ragihand; “Birêz Stefan De Mîstûra û Neteweyên Yekbûyî aliyên beşdarên cîvîna Cenev 4ê diyar dikin. Ew bi vê civînê ve mijûl in. Divê vê pirsê ji Nûnerê Teybetî yê NY li Sûriyê bikin.”
Derbarê civîna îro ya Wezîrê Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov û şandên dijbereya Sûriyê, ku di nav de nûnerê PYDê jî heye, Mariya Zaxarova diyar kir, ku di civînê de behsa destûra nû ya Sûriyê hatiye kirin.
Zaxarova got; “Dixwaqzim behsa mijareke din bikim, ku di Astanayê de pêşniyar hatibû kiri da ku mafê otonomiyê bidin kurdan. Em pêşniyaz nakin, tenê pirgirêkan diyar dikin. Derbarê destûra Sûriyê de me çarçoveyek daniye. Lê çawaniya rêvebirina Sûriyê û avakirina welatên wan bi pêkhateyên Sûriyê ve girêdayî ye.”
Rûsyayê ji bo destûra nû ya Sûriyê reşnivîsek amade kiriye. Li gorî zanyariyên Rûdawê di destûrê de mafê otonomiya kurdan jî cîh digre û herwiha tê gotin zimanê kurdî jî zimanekî fermî yê Sûriyê ye. Herwiha navê Komara Erebî ya Sûriyê tê guhertin û dibe Komara Sûriyê.
Derbarê vê yekê de jî Berdeva Wezareta Derve a Rûsyayê wiha axivî:
“Em fêm dikin, ku nivîsandina destûrekê nû ji bo Sûriyê ne karekî hêsan e. Çimkî divê hemû alî ji vê destûrê razî bin. Lê dîsa dibêjim, em guvaşê naxin ser ti aliyekê. Me tenê hinek pêşniyar danîne pêş xelkê Sûriyê û divê ew bixwe li ser van mijaran gotûbêjan bikin.”
Mariya Zaxarova daxuyand, dem hatiye ji bo Sûriyê destûreke nû bê amadekirin, ew ên şer dikin çekên xwe daynin û paşeroja xwe li ser hîmê destûrê ava bikin.
تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî