شبكة لالش الاعلامية

Ji Ebadî pêngava Pêşmerge

Ji Ebadî pêngava Pêşmerge

Rûdaw

Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî ji Dadgeha Federal xwest ku dîsa çavnêriyekê li ser yasaya derbarê budçeya Hêzên Pêşmerge de bike.

Endamê Encûmena Darayî li Parlamentoya Iraqê Mesûd Heyder ji Rûdawê re ragihand ku Heyder Ebadî ji Dadgeha Federal xwestiye ji nûve venêrînekê li ser yasaya derbarê budçeya Hêzên Pêşmerge de bike.

Mesûd Heyder wiha got: “Ebadî xwest ku Dadgeha Federal dîsa çavnêriyekê li ser yasa budçeya Hêzên Pêşmerge de bike. Me veçêkir ku ev biryar li parlamentoyê di yasaya budçeya 2017ê de cih bigre.”

Heyder diyarkir ku hikûmeta Iraqê amade nîne bûdçeya Hêzên Pêşmerge bide û wiha domand: “Hêzên Pêşmerge li gorî yasaya Wezareta Berevaniya Iraqê hatiye sazkirin û girêdayî wê ye. Bi ser de hê jî qurbaniyan dide. Ji ber vê yekê jî divê Hikûmeta Herêma Kurdistanê li Dadgeha Federal a Iraqê doze veke û giliyên xwe bike.”

Li gorî budçeya 2017ê divê hikûmeta Iraqê ji xeynî rêkeftina petrolê ya di navbera Hewlêr û Bexdayê de her meh 38 milyar dînar (115 milyon dolar) weke budçeya Hêzên Pêşmerge bide.

Beriya niha Berdevkê Wezareta Darayî ya Iraqê Fazil Nebî ragihandibû Heyder Ebadî ne raziye budçeya Hêzên Pêşmerge bide.

تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî

___

Serokê hikûmetê li balefirgeha Hewlêrê pêşwazî li termê Şêx Şamo dike

Lalish Duhok

Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê li gel Hakimê Res El Xeyme civiya

Lalish Duhok

EFRÎN – Rewşa dawî li Efrîn: Nan têra nişteciyan nake

Lalish Duhok