شبكة لالش الاعلامية

Serkirdeyek nêzîkî Ebubekir Bexdadî hate girtin

Serkirdeyek nêzîkî Ebubekir Bexdadî hate girtin

BasNews

Serkirdeyek nêzîkî Berpirsê Rêxistina DAIŞê EbuBekir Bexdadî ve li bajarê Mûsilê hate girtin.

Fermandarê Polîsên Fedral ên Iraqê ferîq Raid Cewdet ji medyayê Iraqî re ragehand ku, îro, Yekşeme 19.03.2017e Brpirsê dîwana Hesbê ya DAIŞê bi navê Husam Şêt Mecîd ji aliyê hêzên wan ve li bajarê Mûsilê hate girtin.

Da zanîn ku, Husam Şêt Mecîd berî niha di sala 2013ê de ji girtîgeha EbuXirêb reviyabû û kesek nêzîkî EbuBekir Bexdadî ye û di çarçoveya Operasyona rizgarkirina bajarê Mûsilê ew berpirsê DAIŞê li navçeya Bab El-Sicin li rojavayê wî bajarî hate girtin.

Li meha Hezîrana 2014 an û li serdema Serokwezîrê Berê Yê Iraqê Nûrî Malikî piraniya navçeyên parêzgeha Neynewa, Selahedîn, Diyala û Enbar ji aliyên çekdarên DAiŞê ve hatin dagîrkirin.

تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî

___

Serokwezîr Barzanî pêşwaziya Wêzîrê Gihandina Iraqê kir

Lalish Duhok

Dadgeha Mûsilê 4 xortên êzîdî bi îdamê mehkûm kir – Êzîdî gelekî ji wê yekê nîgeran in

Lalish Duhok

Mesrûr Barzanî ji bo xwandevanên pola 12 yên Şingalê rezamendî da ku 82 milyon û 50 hezar dînar bê xerc kirin

Lalish Duhok