شبكة لالش الاعلامية

Serokê Herêma Kurdistanê li 29 salvegera karesata Enfalê daxuyaniyek belav kir

Serokê Herêma Kurdistanê li 29 salvegera karesata Enfalê daxuyaniyek belav kir

BasNews

Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî li bîst û nehemîn salvegera destpêkirina lehiya enfalê ya li dijî zarok û gedeyên gelê Kurd daxuyaniyek belav kir.

Ev jî deqa peyama Serokê Herêmê ye:

Bi navê xwedayê mezin û dilovan

Li bîst û nehemîn salvegera destpêkirina lehiya enfalê ya li dijî zarok û gedeyên gelê me, hezaran silav ji bo canê pakê şehîdên enfalan û hemû şehîdên Kurdistanê re dişînîn û serxweşiyê li malbat û kesukarên serbilindê qurbaniyên karesata enfalê dikîn.

Enfal rûpeleke şermezariyêye li ser eniya dijminan û cîhanê û birînekî bi êşe jî li ser laşê mirovayetiyê, bi taybetî jî ewên li beranber vê karesatê da bêdengiyê hilbijard. Pêwîste hewlên bi jenosayd nasandina enfalê li ser asta cîhanê berdewam bin û bigihin encam. Tekez jî dikîn ku dewleta Iraqê berpirsiyare li qerebûkirina kesukarên serbilindê enfalkiriyan. Hikûmeta Herêma Kurdistanê jî berdewam bê li hewlên xwe yên ji bo vegerandina termên pîrozê hemû şehîdên enfalê ji bo axa niştîman û pêwîste bi baştirîn awayî xizmeta malbatên şehîdên enfalan bê kirin.

Enfal û ew hemû tawanên dijî zarok û gedeyên gelê me û axa Kurdistanê hatine encamdan, belgeyên zîndîne ji bo rewayî ya maf û daxwaziyên me û nabê ew hemû qurbanîdane bê encam bê û baştirîn wefa ji bo xwîna şehîdên me dabînkirina paşarojeke azad û serbixweye û eve take mîsogeriye ku êdî gelê me nekevê ber êrîşên dûbarebûna wan tawanên di derbarê me de hatine encamdan û hemû pêkhat li bin ala Kurdistanê da bi birayetî û aramiyê de bijîn.

Mesûd Barzanî
14.04.2017

تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî

___

Mesrûr Barzanî: Hikûmeta Kurdistanê bo dabînkirina zemîneka baş ku jin tê de parastî bin û pêş bikevin, dixebite

Lalish Duhok

Barzanî: Kesên ku li piştêve xencer li Pêşmergeyan dane vê neyêne efû kirin

Lalish Duhok

Lêkolînvanê Aborî: Pirsgirêka Bexdayê li gel şandina nefta Herêma Kurdistanê ya bi rêya bendera Ceyhanê ve tine

Lalish Duhok