شبكة لالش الاعلامية

Amerîka serbazgeha Geyare bo kontrolkirina Mûsilê amade dike

Amerîka serbazgeha Geyare bo kontrolkirina Mûsilê amade dike

Supayê Îraqê bi hevkarîya tîmekê serbazî yê Amerîka dest bi nûjenkirina serbazgeha Geyare li başurê parêzgeha Mûsilê kirîye, bo wê yekê bibe xala destipêkirina operasyona rizgarkirina wî bajêrî.

Wezareta bergirîya Îraqê di beyanameyekê da amaje bi wê yekê da, fermandeyekê ple bilind yê Îraqê û hindek efserên Îraqê digel alîyê Amerîka li dor nûjenkirina frokxaneya Geyare kombûne.

Wezareta bergirîya Îraqê da zanîn di kombûnê da behsa pêdvîyên serekî yên wê serbazgehê hatîye kirin, wek dabînkirina zêrevanên taybet û parastina wê ji îêrşên Daişê.

Li serbazgehê dê cihê dadana frokeyên C130 û meydanek bo meşqa supayê Îraqê û dabînkirina pêdvîyên lojîstîkî bên dirust kirin.

تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî

___

Lîza Kakeyî: Herêma Kurdistanê kar li ser dadgeh kirina DAIŞê dike ji ber wê dixwazin ziyanê bidin Pêşmerge

Lalish Duhok

Keçeke Kurd li Îslandê bû parlamentera herî genc

Lalish Duhok

Bi çavdêrya berêz Şêx Şamo qaremanyeka tepa pê li nawçeya Sersingê bi dawî hat

Lalish Duhok