شبكة لالش الاعلامية

Parlemana Tirkiyê biryara ragehandina rewşa awarte pesend kir

Parlemana Tirkiyê biryara ragehandina rewşa awarte pesend kir

Çavkanî : BasNews

 Pirojeya taybet bi biryara ragehandina rewşa awarte li Tirkiyê ku Hikûmeta wî welatî sitendibû, bi bêhtirê dengan di parlemen de hate pesend kirin.

Li ser pêşniyara Encûmena Asayişa Niştimanî ya Tirkiyê, Encûmena Wezîran bi mebesta parastin û bihêzkirina demokrasiyê, yasa û azadiyên giştî pirojeyasayek taybet bi rewşa awarte jibo maweyê 3 mehan pêşkêşî parleman kir, ew pêşniyar li parlemen hate xwendin û bi bêhtirê dengan hate pesend kirin.

Pêşniyara Partiya Dad û Geşpêdan (AKP) hate pesend kirin, dengdan bi riya cîhazê ilktironî pêkhat ku, têde 461 parlementar beşdarbûn, 346 deng bi belê û 115 deng bi nexêr dengdan.

Bi vî şêweyî, di çarçoveya madeya 120 a destprê Tirkiyê, birge B, rewşa awarte li seranserî Tirkiyê ji seet 1 bi şev roja Pêncşemê 2016 de destpêdike û dê 90 rojî berdewam bike.

تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî

___

Kemal Tolan:Spas ku parêzvanên netewiya Kurdistanê dikaribûn hinek ji reșa li ser û destên Êzdiyan rakin

Lalish Duhok

Li ser biryara Mesrûr Barzanî 4 milyar dînar ji bo bijîşk û karmendên tendirustiyê hat terxankirin

Lalish Duhok

Bingehê‌ Laliş:Wexerkirina Pîr Xidir Slêman zyaneka mezine bo tevaya Êzdyan

Lalish Duhok