شبكة لالش الاعلامية

Mesrûr Barzanî û Ebadî tekezî li ser hemahingiya di navbera Pêşmerge û Hêzên Iraqê de kirin

Mesrûr Barzanî û Ebadî tekezî li ser hemahingiya di navbera Pêşmerge û Hêzên Iraqê de kirin

BasNews

Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî pêşwazî li Rawêjkarê Encûmena Asayîşa Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî û Serokê Dîwana Serokatiya Herêmê Fûad Hisên kir.

Nivîsingeha ragehandinê ya serokwezîrên Iraqê belav kir ku, îro, Yekşeme 4.06.2017 Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî pêşwazî li Rawêjkarê Encûmena Asayîşa Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî û Serokê Dîwana Serokatiya Herêmê Fûad Hisên kiriye.

Li gor daxuyaniyê di civînê de serkeftinên serbazî li Mûsilê û hemahingiya di navbera Hêzên cuda di nav de jî Hêzên Pêşmerge bo rizgarkirina Mûsilê hate kirin.

Herwiha di hevdîtinê de tekez li ser alîkariya di navbera Hêzên Artêşa Iraqê û Hêzên Pêşmerge hate kirin, ku, dan zanîn ku ew alîkarî encamên wê yên baş derbarê şerê DAIŞê de hebûn, herwiha ew hevkarî û hemahingiyê di paşerojê de bibe destpêka pêwendiyên baştir di navbera hikumeta navendî û Herêmê de.

تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî

___

Mesrûr Barzanî pêşwazî li Konsulê Giştî yê nû yê Rûsyayê kir

Lalish Duhok

Berdevkê Wezareta Petrola Iraqê: Biryara hinardekirina petrola Kurdistanê di destê Tirkiyê de ye

Lalish Duhok

Berê binyatê ji bo gundê Koço tê ava kirin

Lalish Duhok