YNK dê biryarê li dor karakirina Perlemantoy bide
WAAR_Duhok
Îro dê civata serkirdayetîya Yekîtîya Niştîmanî kombibe û dê biryarê li dor karakirina Perlemantoyê Kurdistanê bide.
Li gor zanyarîyan îro civata serkirdayetîya Yekîtîyê bi serperşitîya Kusret Resûl ‘Elî û Hêro Îbrahîm Ehmed li bajarê Silêmaniyê kombiibe û têda pirsa Referandûmê û kêşeyên navxweya hizbê û karakirina Perlemantoyê Kurdistanê û rêkxistina peywendiyên Yekîtîyê di gel hizbên din bên gotubêj kirin.
Beriya niha, Letîf şêx ‘Omer endamê serkirdayetîya Yekîtîyê ragehandibû kombûna wan ya îro temamkera kombûna roja pêncişemî ye û dê kombûneka giring be û çaverêye çend biryarekên giring li dor karakirina Perlemantoy bên dan.
تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî