شبكة لالش الاعلامية

NY:20 hezar welatiyên sivîl li Mûsila kevin asê mane

NY:20 hezar welatiyên sivîl li Mûsila kevin asê mane

BasNews

Netewên Yekbûyî (NY) ragihand, nêzîkî 20 hezar sivîl ji ber şerê navbera hêzên Iraqî û terorîstên DAIŞê li nav Mûsila Kevin asê mane.

Berpirsa Karûbarên Mirovî yên Netewên Yekbûyî li Iraqê, Lise Grande di dauxayanîya xwe ya 6ê Tîrmehê de got, li vê dema ku milîtanên DAIŞê li nav Mûsila Kevin di xalên herî dawîn de hatine dorpêçkirin, derdora 15 hezar heta 20 hezar kesên sivîl jî li wê derê asê mane.

Lise Grandy da xuyakirin, rewşa xelkê sivîl li Mûsila Kevin xerab e.

Grande herwiha bal kişand ser ku welatiyên sivîl di bin bombebaran û topbaraneke metirsîdar de ne û DAIŞ li Mûsilê heta niha jî xelkên sivîl dike armanc.

تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî

___

Lêkolînerekî îslama sîyasî: Komela îslamî hizra bikaranîna çek dike

Lalish Duhok

Mihemed Şiya Sûdanî: Neft bê şandin an neyê şandin, mûçeyê Herêma Kurdistanê emê bişînin

Lalish Duhok

Artêşa Tirkiyê bo ser Rojavayê Kurdistanê dest bi êrişa bejayî kir

Lalish Duhok