شبكة لالش الاعلامية

Qasim Şeşo: Gelek pisporên serbazî yên biyanî gihîştine Şingalê

Qasim Şeşo: Gelek pisporên serbazî yên biyanî gihîştine Şingalê

BasNews – Fermandeyê Pêşmerge li mezargeha Şerfedîn li Şingalê Qasim Şeşo dibêje, gelek pispor û şêwirmendên serbazî yên biyanî gihîştine Şingalê û mijûlî danîna pilaneka serbazî ne.

Qasim Şeşo ji BasNewsê re got, di heyama çend rojên borî de gelek pispor û şêwirmendên serbazî yên biyanî gihîştine Şingalê û mijûlî danîna pilaneka serbazî ne li ser çiyayê Şingalê.

Wî fermandeyê Pêşmerge her wiha got, dê li ser çiyayê Şingalê bingeheke serbazî ya mezin were çêkirin û hêzên çend welatan jî dê tê de bimînin.

Qasim Şeşo anî ziman ku hebûna milîsên Heşda Şeibî û çekdarên PKKê li Şingalê, ewlehiya deverê dixe metirsiyê ji ber wê jî danîna bingeheke serbazî li ser çiyayê Şingalê gelekî girîng e.

تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî

___

Konfiransê Cînosayda Êzdiyan û pirsa jin û keltorî hate rêkxstin

Lalish Duhok

Barzanî: Soz dan lê Kurdistan kirin 4 perçe

Lalish Duhok

Nêçîrvan Barzanî li ser navê gelê Kurdistanê pîrozbahî li Charles kir

Lalish Duhok