شبكة لالش الاعلامية

Nêçîrvan Barzanî ji aliyê Serokê Bengladeşê ve hat vexwandin

Nêçîrvan Barzanî ji aliyê Serokê Bengladeşê ve hat vexwandin

Hewlêr (Rûdaw) Balyozê nû yê Bangladeşê yê li Iraqê Mihemed Fezil Elbarî îro li Hewlêrê ragihand, Serokê Bengladeşê bi fermî Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî vexwendiye wî welatî û nameya vexwendinê radestî Nêçîrvan Barzanî kir.

Serokê Herêma Kurdistanê, Nêçîrvan Barzanî îro li Hewlêrê pêşwazî li Balyozê nû yê Bangladeşê yê li Iraqê Mihemed Fezil Elbarî û şandeya pê re kir.

Serokatiya Herêma Kurdistanê di daxuyaniyeke nivîskî de ragihand, Di hevdîtinê de “Serok Nêçîrvan pîrozbahiya destbikarbûnê li Balyozê Bengaleşê kir û hêviya serkeftinê di erkê nû de jê re xwest û piştevaniya Herêma Kurdistanê ji bo serxistina erk û karên wî nîşan da.”

Li gor daxuyaniyê, Serokê Herêma Kurdistanê tekezî li ser pêşvebirina pêwendiyên Iraq û Herêma Kurdistanê li gel Bengladeşê di warên cuda cuda de kir û bal kişand li ser çalakbûna destê karê Bengladeşî li Herêma Kurdistanê.

Di daxuyaniyê de tê gotin, “Balyozê Bangladeşê silav û rêz û vexwandina serokê welatê xwe ya ji bo serdana Bengladeşê pêşkêşî Serok Nêçîrvan Barzanî kir û spasiya xelk û Hikûmeta Herêma Kurdistanê kir ji bo pêşwazî û hevkariya wan ya li gel destê karê Bengladeşî.”

Balyozê Bangladeşê, Mihemed Fezil Elbarî di beşek din a hevdîtinê de, tekezî li ser pêşvebirina pêwendiyên welatê xwe li gel Iraq û Herêma Kurdistanê di hemû waran de, bi taybetî jî di warê bazirganiyê de kir.

Di hevdîtinê de, Serokê Herêma Kurdistanê, Nêçîrvan Barzanî û Balyozê Bengladeşê yê li Iraqê, hilbijartinên Iraqê, rewşa koçberan li Herêma Kurdistanê û Bengladeş, pêwîstiya vekirina nivîsîngeh an Konsulxaneya Bengladeşê li Hewlêrê, gotûbêj kirin.

تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî

___

Ji ber bombebaranên Tirkiyê agir bi derdora 3 gundan ket

Lalish Duhok

VÎDEO – Li Şêxanê mûşekek ket xwarê

Lalish Duhok

Li Hewlêrê helmeta kom kirina alîkariyê ji bo mexdûrên erdheja Bakur û Rojavayê Kurdistanê

Lalish Duhok